Va Cûdî û va ye ev ax!

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 9 Cotmeh 2022 - 22:00

  • Yavuz Akkuzu yê şanoger dibêje, ji bo slogana “Va Cûdî û va ye ev ax”, ew ji talankirina xwezayê û her wiha ji dirûşmeya ‘Va ne Kurd û va ne berhemên wan’ tê. Peyaman wan jî pê “Em li vir in û karê xwe dikin. Em hunermend û şanoger berpirsyarên xwezaya xwe û zimanê xwe ne jî.”

Şanoya Bajêr a Amedê di navbera 20-30'yê Cotmehê de bi dirûşmeya “Va Cûdî û va ye ev ax!”* Mihrîcana Şanoyê ya 8´an li dar dixe. Mihrîcan li avahiya Şanoya Bajêr a li semta Dîclekentê ya navçeya Peyas a Amedê bi rê ve diçe.

Lîstikvanê Şanoya Bajêr a Amedê Yavuz Akkuzu têkildarî mihrîcanê axivî.

Şanoger Yavuz Akkuzu dibêje, îsal ew ê cara 8’an mihrîcana xwe li dar bixin. Ew bi bîr dixe ku gava qeyûm tayînî şaredariyê hatiye kirin, ew ji şaredariyê veqetiyane û wan bi xwe şanoya xwe ava kiriye. Yavuz Akkuzu di dewama axaftina xwe de got, “Li gorî min avakirina vê şanoyê helwêsteke gelekî mezin e, li dijî zextên siyaseta Tirkiyeyê yên li şanoya Kurdî. Şanoyên taybet, ji aliyê aboriyê û ji aliyê naverokê ve dikarin bi rehetî mihrîcanan li dar bixin. Gelê Kurd li dijî polîtîkayên desthilatê çawa disekine, em şanoger jî li dijî wan polîtîkayan disekinin. Ji bo me gelekî watedar e ku ji şanoyê heta perwerdehiyê, em her tişta xwe bi xwe dikin.”
 
‘Va ne Kurd û va ne berhemên wan’

Yavuz Akkuzu ji bo dirûşmeya “Va Cûdî û va ye ev ax!” a mihrîcanê jî got, “Ji talankirina xwezayê û her wiha ji dirûşmeya ‘Va ne kurd û va ne berhemên wan’ tê. Yanî em dibêjin, em li vir in û karê xwe dikin. Ev dirûşme divê tenê bi şanoyê ve neyê girêdan. Em hunermend û şanoger berpirsyarên xwezaya xwe û zimanê xwe ne jî. Her wiha hewce ye em berpirsyariya parastina mafên gelê Kurd jî bigirin ser milê xwe. Ji ber vê yekê, me ev dirûşme bi kar anî.” 
 
‘Trajediyê bi hunerî ji holê radikin’

Yavuz Akkûzû di dawiya axaftina xwe de got, “Di van deman de li Sûrê, ji aliyê Wezareta Çandê ya Tirkiyeyê û Şaredariya Sûrê [qeypm dagir kiriye] ve mihrîcanek wê çêbe. Li gorî min, ev mihrîcan, qeyûman meşrû dike û çandeke wisa tîne ku Kurdan bibişivîne. Dixwazin trajediya di nava Sûrê de, bi huner ji holê rakin. Lê ew trajedî çi bi zimanê me, çi jî bi çîrokên me, divê kêm nebe. Bila gelê Kurd li dijî vê bişavtinê şanoya Kurdî bişopîne. 18 lîstik dê werin pêşkêşkirin û 12 ji wan dê cara ewilî li ser dika Şanoya Bajêr a Amedê bên lîstin.

Bila şanohez werin û lîstikên cûr bi cûr temaşe bikin.”

Ji Kerkûkê heta Ûrmiye û Ewrûpayê

Şanoger Yavuz Akkuzu têkildarî naveroka mihrîcanê jî da zanîn ku ji Kerkûk, Dihok, Ûrmiye û Ewrûpayê, û ji gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, lîstik hatine û got, di mihrîcanê de 18 lîstik wên bên lîstin. Wî da zanîn ku di mihrîcanê de semîner û kargeh jî wê bên lidarxistin. 

Di mihrîcanê de, lîstikên bi navê “Hema Hema Jin Elîzabeth," "Tayo, Datdat û hin jiyanên beriya niha”, "Qesra Balindeyên Xemgîn”, "Bîrdank”, "Serbaz”, "Kas W Hanvin”, "Morî”, "Çîrokeke Cengê”, "Tu Ne Gara Yî”, “Banga Dawî”, "Dansoz”, "Dek û Dolabên Scapen”, "Qabûza Merûyan”, "Kûçikê Stalîn”, "Jiyan ji te pir hez dikim”,

"Lîstik”, "Serencama Qijikan" û "Haylo Dîsa Tevlihev Bû” tên lîstin. Her wiha kargeha “Derhêneriyê” û semînerên bi sernavên “Şano û dem” , “Girîngiya Şano û Şanonameya Kurdî” jî tên lidarxistin. Mihrîcan bi lîstika “Hema Hema Jin Elîzabeth” dest pê dike û bi lîstika “Haylo Dîsa Tevlihev Bû” bi dawî dibe.

MA/AMED

*Ji helbesta Arjen Arî

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.