Turdogan: Divê prosedûra binpêkirinê sazkar bibe

Duşem 23 Îlon 2024 - 15:38

  • Komîsyona Hiqûq û Mafê Mirovan a DEM Partiyê têkilî Mafê Hêviyê û nêzîkatiya Komîteya Wezîrana a Konseya Ewropayê ya li mijarê li Navenda Giştî daxuyaniyeke çapameniyê da. 

Hevberdevkê Komîsyonê Ozturk Turkdogan xwest ku Komîte li dijî Tirkiyê prosedûra binpêkirinê sazkar bike û bang li Tirkiyê jî kir ku Mafê Hêviyê yê derheqê Ocalan nas bike.
Hevberdevkê Komîsyonê Ozturk Turkdogan biryara koma Gurbanê ya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya 19’ê Îlonê ku têkilî ‘’Mafê Hêviyê’’ standî bi bîr xist, destnîşan kir ku Komîteya Wezîran ‘’pêşniyazên xurt’’ li Tirkiyê kiriye, xwestiye ku Tirkiye ji bo ku divêtiyên Mafê Hêviyê din av salekê de bi cih bîne, heke gavan neavêje jî ji bo Sekreteryayê pêşnûmeya biryara navberê hazir bike.

Kesek heta mirinê nikare girtî bimîne
Turkdogan bi domdarî diyar kir di vê biryarê de ku xasma DMME’yê di biryara Ocalan ya sala 2014’an da dabû, dijberî xala 3’an a peymanê ye. Turdogan got,’’Ango DMME înfaza heta hetayê qebûl nake. Bi di ber çavan re derbaskirinê re, mafê her girtîyî bi teqezî heye ku zanibe wê kengî were berdan. Ev mafekî bi divêtiya rûmeta mirovî ye. Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê û îçtîhada dadgehê vê derfetê dide. Em ji vê re ‘Mafê Hêviyê’ dibêjin. Ti kesek heta mirinê nikare li girtîgehê were hiştin. Li Tirkiyê div ê rewşê de gelek mirov hene. Li gorî texmîna me hijmara wan ji 4 hezarî zêdetir e. Hikûmet lê radiweste ku vê aşkere neke.’’

Ev rewş nayê qebûlkirin
Turkdogan destnîşan kir dema ku mijar Ocalan be Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê pir bi giranî tevdigere, dîroka biryarê 2014’an , ji 2015’an ve ji bo ku mijarê bike rojev ew û Tirkiye ji hev re dinivsînin lê heta 2021’an nayînin  rojeva xwe. Turdogan diyar kir ji Tirkiyê hatiya xwestin ku heta Îlona 2021’an Tirkiye planeke çalakiyê bide Komîteyê lê li gel ku 3 sal di ser re bihurîne jî Tirkiyê ti pêşniyaza Komîteyê bi cih neaniye, ne cezayê miebetê yê girankirî rakiriye û ne jî Mafê Hêviyê nas kiriye, bi ser de jî tecrîdeke domdar daniye. Turkdogan got,’’Ne pêkan e ku ev were qebûlkirin.’’

Divê prosedûra binpêkirinê sazkar bibe
Turkdogan bang li Komîteya Wezîran kir û got,’’Em dixwazin bang li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê bikin. Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê aşkere ye. Xala 46’an a Peymanê aşkere ye.  Heke welatek bi rengekî lêrawestiyayî, bi zanebûn pêk neyine, hûn mecbûr in ku prosedura binpêkirinê bidin destpêkirin. Ango Tirkiye heke di demeke kurt de Mafê Hêviyê bi cih neyine, hêviya me ji Komîteya Wezîran ew eku peymanê bi cih bîne û prosedûra binpêkirinê bide destpêkirin.’’

Pêşniyazên Komîteyê bi cih bînin
Turdogan bi domdarî got,’’Rejîma miebeta girankirî nayê qebûlkirin. Ji ber ku cezayê mirinê yê dirêjkirî ye. Bi ser de ji nedîtî ve hatin û hijmara wan ji 4 hezarî derbas bû. Pirsgirêkeke mezin heye. Ji ber vê, werin, têkilî biryara Gurbanê ya DMME’yê ya têkilî Tirkiyê, pêşniyazên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê bi cih bînin û demildest fikrên aliyên sosyal ên têkildar bistînin û divêtiya Mafê Hêviyê bi cih bînin.’’

Dawî li vê rewşê bînin
Turkdogan rewşa ’agahînegirtina mitleq’ a li ser Ocalan bi bîr xist, diyar kir ev rewş nayê qebûlkirin, dev ji dewleta hiqûqê bigerin li nav dewletên qanûnî jî tiştekî wiha nabe û got,’’Desthilata siyasî demildest divê dawî li vê rewşa agahînegirtinê bîne û bibe xwedî pratîteke ku Ocalan bikaribe ji mafên xwe yên yasayî sûd werbigire.’’

Bang: Tiştekî bibêjin
Turdogan herî dawî bang li raya giştî ya demokratî kir û got,’’Dema ku mijar Rêzdar Ocalan be tiştekî bibêjin, tecrîdê qebûl nekin. Dema ku lîderekî dî yê siyasî li girtîgehê 42 mehan, neyê hiştin ku bi kesî re hev nebine hûn ê qiyametê raikn ne? Ev 42 meh in Rêzdar Ocalan nikare malbat û parêzerên xwe bibîne.  Bi kêmanî div ê mijarê de hevokekê bibêjin. ‘’ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.