‘Tu ne Gara yî’ li Amedê bû

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 28 Nîsan 2022 - 22:06

  • Tiyatroya Sî ya ser bi Navenda Çand û Hûner a Sî, wergera Kurdî ya lîstika "Tu Ne Gara Yî" ya Azîz Nesîn li ser dika Şanoya Bajêr a Amedê nîşan da. 

Tiyatroya Sî ya ser bi Navenda Çand û Hûner a Sî, wergera Kurdî ya lîstika "Tu Ne Gara Yî" ya Azîz Nesîn li ser dika Şanoya Bajêr a Amedê nîşan da. 

Tiyatro Sî, li Stenbolê, beriya ku li Amedê derbikeve ser dikê di 24’ê Nîsanê de li Wanê, di 25’ê Nîsanê de li Êlihê lîstika "Tu Ne Gara Yî" nîşan dabû. Lîstik li Amedê jî duh na pêr ve bi şev li ser dika Şanoya Bajêr a Amedê derket pêşberî temaşevanan. Eywana şanoyê tije bû. Şanohezan bi kêfxweşiyeke mezin li lîstikê temaşe kir. Lîstikê temaşeker kenandin. 

Derhênera lîstikê Rewşan Apaydin got, ev yekem lîstika wan a bi Kurdî ye û bi vê lîstikê hem Kurdiya xwe bi pêş xistine hem jî xwedî li ziman û çanda Kurdî derdikevin.

Lîstik, hin aliyên lehengî û îronî dihewîne û van aliyan li desthilatên sedsala bîstemîn bar dike. Di rastiyê de haya Gara ji şer, aliyê siyasî û civakî tine ye û di vî warî de ne serwext e. Li ser gotegotan weke lehengekî tê danasîn û li cihê lê ji dayik bûye anku li Yuntaburê peykerê wî tê çêkirin.

Sîyasetvanên wê demê jî, lehengiya Garayî ya bêbingeh bi kar tînin û dibin rêveber. Gara, ji keştiya şer a noqî ava bûyî rizgar dibe û diçe

Yuntaburê û çavê wî bi peykerê wî dikeve. Rantxwariya siyasetvanên ku bi saya lehengiya Gara bûne desthilatdar, bi vegera Gara re eşkere dibe. Ji bo ku gel bi rastiyê nehese jî, nasnameyeke cuda didin Gara. Lê Gara vê yekê red dike û dibe qurbaniyê desthilatdariyê. Bi Gara re her wiha “rastî” jî tê kuştin.

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.