Tişrîn li berxwe dide

Çarşem 29 Çile 2025 - 03:05

Rojnamevan Ciwana Cûma anî ziman ku gelê ku li bendava Tişrînê li ber xwe dide û got:"Ew roj, berxwedana Tişrînê, tilîliyê dayikan, dîlana gelan û dirûşmeya wan hîn mezintir bûn. Dirûşmeyên, 'wê bendav tu carî ji dewleta Tirk re nebe yar' berz bûn."

Bendava Tişrînê û pira Qereqozaxê ji hedefa sereke ya êrişên dewleta Tirk ên dema dawî ye. Ji 8'ê Kanûnê vir ve gelê Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê tevlî berxwedana QSD'ê dibe û ref bi ref li Tişrînê nobetê digirin. Di encama bombebarana dewleta Tirk de heta niha zêdeyî 20 sivîl şehîd bûn û ji 200'î zêdetir welatî jî birîndar bûn. Rojnamevan Ciwana Cûma ya ku berxwedana gel a bendava Tişrînê û şer dişopînê, axivî.

Ciwana Cûma anî ziman ku dayik û bavekî zaroka xwe li malê hişt û tevlî berxwedanê bûn. Di wê berxwedanê de jî digihîjin şehadetê. Ev yek li vir tê dîtin. 

Menîce û Bavê Teyar

Di 17'ê Çileyê de ji Qamişloyê Bavê Teyar û Menîce Heyder xwe gihandin bendavê ku vê yekê ruhê berxwedanê zindî kir. Ciwana Cûma ji bo herdu şehîdan ev yek anîn ziman: "Dayîka Menîce, bi moral û coşekê mezin hat vê derê. Temenê wê pêş de çûbû, lê ruhê wê ciwan bû. Kenê li rûyê wê û kelecanê ku li hundirê wê ji derdorê jî belav bû. Bavê Teyar ji bo berxwedanê mezintir bike, skecek amade kiribû. Wê 18'ê Çileyê pêşkeşî gel kiriba. Lê wê rojê, ji ber êrîşa dagirkeran skeca xwe nikarîbû pêşkeş bikira. Gel piştî êrîşan birîndarên xwe rakir şûnde dubare hat gel hev. Dest bi dîlanê kirin û berxwedana xwe domandin. Lê carekê din bûn hedefa dagirkeran. Ew roj, berxwedana Tişrînê, tilîliyê dayikan, dîlana gelan û dirûşmeya wan hîn mezintir bûn. Dirûşmeyên, 'wê bendav tu carî ji dewleta Tirk re nebe yar' berz bûn."

Şopandina bi rihê Cîhan û Nazim 

Ciwana Cûma bal kişand ser rojnamevanên ku berxwedana Tişrînê dişopînin û tê hedefgirtin û wiha axivî: "Dagirker, dixwazin rastî dernekeve holê. Dema her komkujiya dagirkeran tên belgekirin, pênûs û kemeraya Cîhan û Nazim di qadê de tê jiyandin. Cîhan û Nazim li hemberî êrîşan sekînin û her tişt belge kirin. Me bi ruhê wan ev berxwedan û êrîş ragihandin. Ev êrîş, hêrsa me ya li hemberî dagirkeran zêdetir dike."  

Divê hesab bê pirsîn

Ciwana Cûma saziyên ku mafê rojnamevana  diparêzin û tenê daxuyaniyê bisînor dimînin rexne kir û wiha dawî li axavtina xwe anî:" Hin hevalên me yên rojnamevan birîndar bûn, hinek jî şehîd bûn. Li hemberî van êrîşan tenê daxuyanî têrê nake. Gotina hin saziyan, em mafê rojnamevanan diparêzin jî têrker nîne. Armanca esasî ya rojnamevanan anîna ziman a rastiyê ye. Ev erk û berpirsyariya me bi êrîşan tê xwestin ku were astengkirin. Ji lewra divê hesap ji êrîşakariya dagirkeran were pirsîn."

ANF/ HESEKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.