Tirkiye Xelîfanê çol dike

Şemî 12 Mijdar 2022 - 00:58

Leşkerên Artêşa Tirk a dagirker, li gundê Xelîfanê gule li sewalên welatiyan reşandin, û di encamê de 3 çêlek ji kêr bûn (mirarî bûn) û gelek sewal û dewarên din jî birîndar bûn.

Leşkerên dewleta Tirk a dagirker, pêr êvarê, li gundê Xelîfanê yê ser bi bajarokê Sîdekan ê ser bi navçeya Soran a Hewlêrê, gule li dewar û sewalên welatiyan reşandin. Li gorî agahiyan 3 çêlekên malbatekê hatin mirarîkirin û gelek mih û bizin jî birîndar bûne.

Li gorî agahiyên ji herêmê, ji bo ku xelkê herêmê mal û erdê xwe bi cih bihêle, leşkerên dagirker guleyan li wan direşînin.

 

Hevkariya bi PDK´ê re

Herî dawî 5´ê Îlonê, hêzên PDK´ê careke din li Xelîfanê êrişî gerîlayên Kurdistanê kiribû, 5 gerîla ketibûn ber êrişê û li gorî agahiyên cihê, 3 gerîla şehîd bûbûn û 2 gerîla jî birîndar ketibûn destê hêzên PDK´ê, yan jî 2 gerîla şehîd bûbûn û 3 gerîla birîndar ketibûn destê PDK´ê. Lê ne cenazeyên gerîlayên şehîd dan û ne jî bi aqûbeta gerîlayên birîndar jî heta niha nayê zanîn. 

Beriya wê jî PDK´ê du caran li ber gerîlayan kemîn vedabû û êrişê gerîlayên Kurdistanê kiribû.  

Piştî êrişa 5’ê Îlonê ya li devera Xelîfanê, HPG’ê nasnameya gerîlayên li Dola Balîsanê ketin ber êrişê eşkere kiribû. Ev gerîla Armanc Zîlan (Alî Firat Çagar), Aşîkar Colemêrg (Vedat Aksaç), Rêzan Botan (Emîr Yûsûfî), Karo Kabanê (Ferdîn Huseyîn), Zanyar Pava (Arman Heyderî) bûn.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di hevpeyvînek xwe ya di  Stêrk TV’yê de got, “Niha tişta ku li Balîsanê kirin li holê ye. Wan li ber hevalên me kemîn danîbû, êrişê hevalên me kirine. Du hevalên me şehîd xistin, sê hevalên birîndar jî li gel xwe birine. Ev bi destê PDK’ê û Barzaniyan rû dide. Divê gelê me vê yekê bizanibe.”

PDK´ê bangên KCK´ê û HPG´ê yên ji bo radestkirina HPG´ê ya gerîlayên birîndar, bê bersiv hiştin.

 

Kemînên din ên PDK´ê

PDK’ê li Xelîfanê cara ewilî 26’ê Tîrmeha 2021’ê êrişî gerîlayên Kurdistanê kir. PDK li Xelîfanê kemîn danî pêşiya 3 gerîlayên HPG’ê yên bi navê Serwer Serhat, Wargeş Çavreş û Dijwar Berxwedan û her sê gerîlayên Kurdistanê şehîd kirin.

Di 28’ê Tebaxa 2021’an de PDK’ê komek gerîlayên HPG-YJA Star’ê ya ji 7 kesan, li ser Ava Zê ya piçûk xist kemînê. Hêzên PDK’ê bi çekên giran li gerîla xistibûn û di encamê de 6 gerîlayên bi navê Tolhildan Raman, Şoreş Mêrdîn, Axîn Mezrê, Şoreş Colemêrg, Brûsk Mûnzûr û Serdem Cûdî şehîd kiribûn. Ji bûyerê gerîlayê bi navê Heqî Zîlan rizgar bûbû û piştî çend rojan xwe gihandibû yekîneyeke gerîlayan.

Tevî ku li ser sûc jî hat zeftkirin, PDK heta niha xwe li bangên malbatên şehîdan ên ji bo teslîmkirina cenazeyan ker dike û cenazeyên gerîlayên Kurdistanê revandine. 

 

Kurdistanê teslîmî Tirkan dikin

Niha jî bi êrişa pêr a li dijî dewar û sewalên xelkê deverê re, eşkere dibe ku PDK´ê dever teslîmî dagirkeran kiriye û leşkerên Tirk li deverê bi cih bûne. Tevahiya deverên di warê leşkerî de stratejîk ên Kurdistanê bi vî awayî bi hevkariya PDK´ê teslîmî dewleta Tirk tê kirin û ew jî hewl dide xelkê ji cih û warê wî bike.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.