Tirkiye mêtingeheke nû ava dike

Yekşem 12 Adar 2023 - 15:39

Di çarçoveya guhertina demografiya Efrîna dagirkirî û çewisandina nasnameya wê ya resen de, komeleya ′El Eyş Bikeramê′ ya îxwanî ya Filistînî bi hevkariya komeleyeke Tirkî dest bi avakirina avahiyeke nû ya mêtingehiyê bi rûbera 10 doniman li derdora gundê Marata yê li rojavayê Efrîna dagirkirî dike.

Çavkaniyên ji hundirê Efrîna dagirkirî dan zanîn ku niha nêzî 100 malî bi rûbera 40 metreyên bi çarçik tên avakirin.

Her wiha kiryarên avakirina avahiyên mêtingehiyê li herêmên dagirkirî, bi taybetî li Efrînê bi armanca guhertina demografiya herêmê, dewam dikin. Dewleta Tirk a dagirker bi vî awayî qirkirina Kurdan li Efrînê dixwaze bibe serî.

ANHA / ŞEHBA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.