Tirkiye mecbûre qebûl bike

În 20 Kanûn 2024 - 03:00

Zanyarê siyasetê û nivîskar Prof. Dr. Dogu Ergîl ku têkildarî pirsgirêka Kurd lêkolînan dike, têkildarî geşedanên li Rojhilata Navîn axivî. Dogu Ergîl, bal kişand ser geşedanên li Rojhilata Navîn û got:“Piştî Osmaniyan, li Rojhilata Navîn welatên sînorên wan ji hêla siyasî ve hatine xêzkirin hene. Û ev gel jî niha daxwaza pergaleke siyasî ya nû ya ji bo wan guncav dikin. Her wiha li dijî kesên ew eciqandin serî rakin û dixwazin pergaleke siyasî ya bêyî wan ava bikin. Lê avakirina pergala siyasî ya nû bi tena serê xwe bes nake. Divê ji hêla aboriyê ve domdariya wan hebe. Ez ji van re dibêjim yekîneyên siyasî, nabêjim dewlet. Herêmên xweser dikare bên avakirin. Zehmet e ev bi tena serê xwe bikarin hebûna xwe biparêzin. Em nizanin dibe ku bibe federasyon an jî konfedarasyon. Lê ev wê hêdî hêdî teşe bigirin. Tirkiye li ser bingeha tirkitiyê hate avakirin. Kurd bi awayekî fiîlî hebûn lê ji hêla çandî û siyasî ve tune bûn. Kurd jî niha dixwazin li herêmên xwe xweser bijîn. Daxwaza wan nehat qebûlkirin. Dewletê ev yek xetere dît. Bingehek van fikaran tune bû lê dîsa jî jiyan.” 

Nefreta ji Kurdan nexweşiyek e 

Dogu Ergîl, ji bo geşedanên li Sûriyeyê jî got ku rewşeke zêde nediyar heye û got: “Ev rewş ne bi destê gelên Sûriyeyê, bi mudaxileyên derve çêbû. Niha rêxistineke di lîsteya terorê de cih digire ketiye Şamê û bûye îktîdar. Ev geşedanên diqewimin, encamên nakokiyan e. Heke li Tirkiyeyê Kurd nebûna, wê bixwesta Kurd li wir xweseriyê ragihînin û bi Kurdên li Iraqê re bibin yek. Bixwesta Kurd dewletê ava bikin. Lê ji ber Kurdên li vir ditirse. Li şûna daxwazên Kurdan çareser bike, her tim weke ‘xiyanetê’ dibîne. Nefreta li dijî Kurdan a li Tirkiyeyê, veguheriye nexweşiyekê. Di çareseriya wan de tenê kuştin, tundî heye. Niha hemleyeke nû dane destpêkirin. Armanc ne tedawiya vê nexweşiyê ye, armanc tesfiye ye. Ew jî dizanin ku bandora Abdullah Ocalan li ser PKK, PYD û Rojava heye. Xuyaye ku beriya reva Esad, baş li ser dersa xwe xebitîne.” 

Rêveberiya xweser wê ava bibe 

Têkildarî daxuyaniyên Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî jî Ergîl ev tişt anî ziman:“Tirkiye êdî bêzar bû ku PKK tune nabe. Di demekî kin de li Enqereyê çalakî li dar xist. Hêj jî dikare çalakiyan bike lê bi awayekî taktîkî nake. Li gorî wan divê PKK were tunekirin. Wisa bawer dikin ku li Sûriyeyê wê teqez hebûna Kurdan hebe û ev jî wê di bin sîwana Emerîka û Îsraîlê de be. Ji ber van fikaran jî Tirkiye dixwaze PKK’ê bêbandor bike. Ev, pirsgirêka ewlehiyê ye. Ango ne ji bo çareseriyê ye. Hat fêmkirin ku armanca ji vê ew e ku hebûna PKK’ê li hundirê Tirkiyeyê û bi taybet li Rojava tune bikin. Ango fikarên Tirkiyeyê yên weke demokrasî, dewleta hiqûqê û hwd. tune ne. Dibêjin qey heke Ocalan bixwaze wê PKK bi dawî bibe, PYD bi dawî bibe, Kurdên li Sûriyeyê bi dawî bibin û hwd. Gelo kesekî ewqas sal in di hefsê de ma wê bibêje; ‘Temam bra. Min bigirin hefsa malê û bişînin aliyê din ê sînor. Ez ê her tiştekî çareser bikim.’ Gelo hikûmet ji vê bawer e? Tevgereke neteweyî ya ber bi dewletbûnê ve diçe heye. Ma ev pêkan e? Ma wê ev bi biryara kesekî tune bibin? Ma ev pêkan e? Tirkiyeyê berê li Iraqê lihev kir. Herêma Federe ya Kurdistanê niha şirîkê wê yê herî baş e. Heke fêm bike ku wê li wir xweserî çêbibe, wê lihev bike. Mecbûr e qebûl bike. Wê demê wê li Tirkiyeyê jî di mijara pirsgirêka Kurd de pêşketin çêbibin. Nîviya Kurdên li Herêmê li Tirkiyeyê ne. Li şûna ku bi wan re li Rojhilata Navîn mezin bibe, bi şerê li dijî Kurdan her ku diçe biçûk dibe.”

MA/MEHMET ASLAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.