Tirkiye kujer Ewrûpa şirîk e
În 12 Mijdar 2021 - 23:30
- Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî û qedexekirî yên li dijî Başûrê Kurdistanê, li Stockholmê bi xwepêşandanekê hatin şermezarkirin.
Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî û qedexekirî yên li dijî Başûrê Kurdistanê, li Stockholmê bi xwepêşandanekê hatin şermezarkirin.
Li paytexta Swêdê Stockholmê, Kurdistanî kom bûn, kincên spî li gel maskeyan li xwe kirin û êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.
Meclîsa Jinê AMARA´yê pêşengî ji çalakiyê re kir, û çalakî li meydana Sergels Torgetê danê êvarê çêbû.
Xwepêşandêran têkildarî êrişkariya dewleta Tirk a bi çekên kîmyewî raya giştî agahdar kir.
Di çalakiyê de dirûşmên "Tirkiye kujer e", "Ewrûpa bêdeng e" hatin gotin.
ANF/STOCKHOLM