Tirkiyê dixwaze îlheq bike

Sêşem 6 Tebax 2024 - 02:15

Nivîskar Engîn Yurtsver destnîşan kir dewleta Tirk li pey xew nû xeyala ‘’Osmanîya Nû’’ ye, êrîşên li ser Qendîl û Rêveberiya Xweser li ser vê şîrove kir, got dewleta Tirk di êrîşên xwe de çekdarên paramîlîter ên Sûriyê aniye herêmê, armanc jê guhartine demografiyê û îlheqkirine. 

Rojnameger-nivîskar Engîn Yurtsever têkildarî êrîşên dagirker ên Tirk axivî û diyar kir armanca Tirkiyeyê ya ji êrişan Mûsil û Kerkûk in lê ev plan sed sal berê nekaribûn bikevin meriyetê. Yurtsever, diyar anî ziman ku biryara “Osmaniya nû” ya îktîdarê, hewldana avakirina zemîna vê planê ye. Yurtsever, wiha domand: “Ji bo êrişên li dijî Qendîl û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji ewil herêma Behdînanê hedef digirin. Tevî bikaranîna çekên kîmyewî û hemû cureyên çekên tekonolojîk jî nekarîn li hemberî berxwedanê pêş bikevin. Nikarin ji bejahî ve pêş bikevin û em dibînin ku ji hewayî ve jî bi rehetî nikarin tevbigerin.” 

 Dixwazin demografiyê biguherin

Di berdewamê de Yurtsever anî ziman Tirkiye komên paramîlîter ên li Sûriyeyê vediguhêze herêmê û wiha pê de çû: “Gelek caran cilên leşkerên xwe li van çeteyan dikin û kamufle dikin. Bi anîna milîtanên rêxistinên cîhadparêz û malbatên wan re dixwazin demografyaya Kurdistanê biguherînin. Bi vê yekê re dê devera weke Kurdistan tê pênasekirin ji eslê xwe bê qutkirin.” 

Yurtsever, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dixwazin cihên hatine valakirin îlheq bikin û rêveberiyeke sivîl lê ava bikin. Heke ev nebû jî dixwazin weke baregehên leşkerî bi kar bînin. Li gorî wan dê sînor û rêveberiyên Rojhilata Navîn biguherin û hedefa wan jî ev e. Ji ber ku Rojhilata Navîn di nava şer de ye û dê sînorên gelek welatan û rêveberiyên wan biguherin. Dewleta Tirk jî dixwaze ji vê sûd bigire û xaka xwe berfireh bike. Lê ew hêza wê nîne.” 

Ne bêyî Iraq û Barzaniyan e

Bi domdarî Yurtsever got ku hikûmeta Iraqê bi bêdengiya xwe ya li hemberî êrişan tu micidbûna xwe nemaye û wiha derbirî: “Cihên di bin rêveberiya PDK’ê de gav bi gav ji dest diçin. Yên li ber xwe didin jî tevgera azadiyê ye. Lê yên pêvajoya ber bi teslîmbûnê ve dibin PDK ye. Mimkin nîne ev êriş bêyî erêkirina Iraq û PDK’ê bên kirin. Hem di mijara vakirina baregehên leşkerî, hem di valakirina gundan û hem jî di mijara alîkariyê de di şer de cih digire.” 

MA/DELAL AKYUZ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.