Tirkî li Cerablusê ferz dike

Duşem 27 Hezîran 2022 - 21:39

  • Ferzkirina zimanê Tirkî di ezmûnên xwendekaran de li herêmên Sûriyê yên ku dewleta Tirk ew dagir kirine, dike ku xelk û xwendekar hêrs bibin. 

Ferzkirina zimanê Tirkî di ezmûnên xwendekaran de li herêmên Sûriyê yên ku dewleta Tirk ew dagir kirine, dike ku xelk û xwendekar hêrs bibin.

Welatî ji siyasetên tirkkirinê gelekî aciz in û wan red dikin.

Li herêmên dagirkirî yên bakurê Sûriyê, pêr ezmûnên dibistanên amadehî li gorî materyalên Tirkî li ser ferzkirina dagirkeriya Tirk, dest pê kir. Li gorî çavkaniyên ji Cerablusa dagirkirî, ji ber ezmûnan xwendekar gelekî aciz bûne.

Çavkaniyan da zanîn ku welatî ji ber ferzkirina zimanê Tirkî jî gelekî ne razî ne.

Heman çavkaniyan got, welatî li ser siberoja zarokên xwe ditirsin ji ber ku dewleta dagirker siyasetên xwe li ser wan ferz dike.

Dewleta Tirk a dagirker di Tebaxa 2016’an de Cerablus, Raî, Ezaz û Bab dagir kirin û di 2018’an de jî Efrîn dagir kir, her wiha di Cotmeha 2019’an de Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin.

Dagirkeriya Tirk li van herêman zimanê Tirkî û lîreyê Tirkî ferz kirin, her wiha sembol, alên Tirkî û wêneyên serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û wêneyên padîşahên Osmaniyan belav kirin, li kêleka wê jî demografiyê diguherîne, avahiyên mêtingeriyê ji bo bicihkirina penaberên Sûrî yên li herêmê, ava kirin.

Niyeta dewleta Tirk a zêdekirina van herêman li xaka Tirkiyê heye. 

ANHA/MINBIC

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.