Tîma Tolhildanê 6 dagirker kuştin
Duşem 2 Gulan 2022 - 22:12
- Binkeya herî mezin a dewleta Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê Binkeya li Bamernê ye.
Binkeya herî mezin a dewleta Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê Binkeya li Bamernê ye. Tîma Tolhildanê ya Şehîd Sîdar li vê baregeha dewleta Tirk a dagirker a li Bamernê xist. Di çalakiyê de 6 dagirker hatin kuştin.
Li gorî agahiyan, Tîma Tolhildanê ya Şehîd Sîdar a girêdayî Yekîtiya Tolhildanê ya Şehîd Bedran Gundikremo di 1’ê Gulanê de saet di 16.00’an de li baregeha leşkerên Tirk a dagirker a li Bamernê xist.
Tîma Tolhildanê da zanîn ku bi îsabet li avahiya dagirkeran xistiye û di çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin, 6 dagirker kuştine.
NAVENDA NÛÇEYAN