Tikiyeyê têjikên xwe neavêtine

Sêşem 23 Mijdar 2021 - 23:21

  • Heta niha gelek caran saziyên navneteweyî îşaret bi hevkariya dewleta Tirk û DAIŞ´ê re kirine.

Heta niha gelek caran saziyên navneteweyî îşaret bi hevkariya dewleta Tirk û DAIŞ´ê re kirine. Di dema şerê li dijî DAIŞ´ê gelekî dijwar de, hevgirên dewleta Tirk ên di nava NATO´yê de jî ev hevkariya wê rexne dikirin. Lê timî jî bi dengekçî nizm ev rexneyên xwe îfade dikirin. Wezareta Xezîneyê jî niha da zanîn ku dewleta Tirk hîna jî li DAIŞ´ê xwedî derdikeve. Lê wê jî ev gotin yekser îfade nekirin. Li gorê wezreta xezîneyê ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, di navbera Tirkiyeyê û DAIŞ´ê de ev du sal in bi awayekî birêkûpêk pergaleke alternatîf a hewaleya pereyan heye. Yanî esas dewleta Tirk têjikên xwe bi temamî neavêtine. 

Wezareta Xezîneyê ya Emerîkayê, Îsmatûllah Xalozaî ku weke "qaseya rêxistinê" pênase kir, bi tevgera pere ya li Tirkiyeyê sûcdar kir. Di daxuyaniya  têkildarî mijarê de tê gotin, "Îsmatûllah Xalozaî ji bo DAIŞ-H navbeynkariya fînansî ya navneteweyî kiriye û ji bo payebilindên DAIŞ'ê wezîfe kirine."

Yanî Îsmatûllah Xalozaî bi pergala alternatîf a hewaleyê ya li Tirkiyeyê ev du sal in ji DAIŞ-H'ê re pere şandine.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.