Teyar û Xezalê ji wan destanan e ku pirr hîja ye, lê weke Cembelî kurê mîrê Hekaryan yan jî Dewrêş û Edûlê li teamê Kurdistanê belav nebûyî. Dengê Baqî Xido yê ku dibêje, Erê Teyar dilê min li yan e, ji ber wê li Kobanê û hawîrdorê çêtir li bîra xelkê ye. Nivîskar Heysem Mislim ev destana hanê berhev kir û di kitêba bi navê Teyar û Xezalê de weşand.
Di vê destanê de gelek xisletên civaka ji rêûresmê ya Kurd xwe didin der, nakokiyên civakî û olî yên di nava civaka Kurd de jî xwe nîşan didin.
Heysem Mislim bi berhevkirina vê destanê ji devê dengbêjen Kobanî, nexasim jî Baqî Xido ev kitêb hazir kiriye. Kitêba wî ji Weşanên Ava derçûye.
NAVENDA NÛÇEYAN