Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê (Tev-Çand) di sala 2006’an de li Rojavayê Kurdistanê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca zindîkirina mîrateya çand û hunera hemû pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hat avakirin. Tê de bi hezaran jin, mêr, ciwan û zarokên ji her pêkhateyê cih girtin û berhemên hunerî pêşkêş kirin.
Tev-Çandê di 8-9’ê Sibatê de konferansa xwe ya 8’an bi dirûşma “Em bi ruhê şerê gelê şoreşgerî azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk tînin û çanda neteweya demokratîk ava dikin” li Qamişlo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar xist. Di konferansê de nêzî 200 delegeyên tevgerê yên li ser asta herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi cilûbergên xwe yên gelêrî beşdar bûn. Her wiha xebatên xwe yên du salan nirxandin.
Ji Koordînasyona Tevgera Hîlala Zêrîn a Kantona Qamişloyê, Bêrîvan Botan destnîşan kir ku sîstemeke çand û hunera demokratîk ji bo hemû pêkhateyên herêmê hatiye avakirin û got: “Her mirovek bi reng û çanda xwe beşdarî Tev-Çandê dibe. Îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her pêkhateyek çanda xwe ya ku bi salan dewletên desthilatdar xwestin qir bikin, zindî dike. Her çiqas xwestin çanda gelan ji holê rakin jî Tevgera Çand û Hunera Demokratîk dikaribû li pêşiya vê yekê bisekine û bibe bersiv.”
Jinên afrîner çanda xwe parastin
Bêrîvan Botan diyar kir ku destdirêjiyên herî mezin li ser jinan hatine kirin û got: “Ji ber ku ya afrînerî kir û her dem di nav hewldanên parastina çand û hunerê de bû; jin bû. Jin di vî warî de gelek têkoşiyan, ev yek heta roja îro berdewam dike. Armanc ew e tu kes nikaribe çand û hunera me qir bike, ji ber ku li Rojavayê Kurdistanê berhema keda me diyar e li ber çavan û em ê her zindî bikin.”
Xwe ji hişmendiya baviksalarî diparêzin
Li aliyekî din, rêvebera Navenda Çandî ya navçeya Til Hemîsê Muna Xilêwî jî da zanîn ku ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bandoreke mezin li ser pêkhateyên Ereb kiriye, bi taybetî di azadkirina jinan de û wiha pê de çû: “Berê jinên Ereb bêmaf dihatin dîtin. Jin di roja îro de bi saya ramanên Rêber Apo azad bûne ji hişmendiya baviksalarî xwe diparêzin. Bi sedan jin û ciwanên Ereb di Tev-Çandê de cihê xwe digrin. Êdî jin bi rehetî dikarin hunera xwe derxin, stranan dibêjin û fêrî amûrên muzîkê dibin. Çanda Ereb pir zengîn e, pêwîst bû bi awayekî taybet xebat li gundan were pêşxistin di warê çand û hunerê de divê ku mîrateya me neyê jinavbirin. Em di demeke wisa de dijîn ku êdî çanda gelan tê helandin, em ji bo parastina vê çandê têdikoşin. Em ê bi riya festîval û komxebatan her dem zindî bihêlin çand û hunera Erebî.”
Ermen hene û nayên tinekirin!
Endama Çand û Hunera Ermen Mêlêna Qesebyan jî da zanîn ku ew weke pêkhateya Ermen cara yekem e beşdarî konferansa Tev-Çandê dibin, kêfxweşiya xwe anî ziman û got: “Weke hemû pêkhateyên din çand, mîrate, ziman û dîroka me heye. Çanda me ya Ermenî xwedî taybetmendî ye, ji aliyê çandî, cil û berg û heta ziman û şanoya me ve. Stran û dîlanên me jî cuda ne.”
Mêlêna Qesebyan destnîşan kir ku gelê Ermen têkoşiya ye ji bo parastina çand û hunera ku ji komkujî û qirkirinê maye û wiha bi dawî kir: “Me hebûna xwe careke din misoger kir. Me ji dê û bav, kalên û dapîrên xwe gelek tişt girtin, dibe ku me gelek zehmetî kişandibe ji ber qirkirin û fermanên bi ser me de hatin, me bi zimanê xwe nexwend lê em fêr dibin. Di warê çandî û hunerî de jî em bi pêş dikevin, niha em amadekariyan dikin ji bo siberojê, armanca me vekirina navendeke çand û hunera taybet a ji bo gelê Ermen e. Di heman demê de peyama me ji bo hemû Ermenan ew e ku bibin yek û ji dewleta Osmanî re diyar bikin ku hê hene û nayên tinekirin.”
NÛJÎNHA/QAMIŞLO