Têrnexwarin û rizîbûn!

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 15 Îlon 2021 - 01:54

  • “Ez bi vê înstalasyonê hewl didim bîner bi hin pirsan re rû bi rû bimînin û li ser qeyranên xwe biramin. Ez hin trawmayan wek sembol bi kar tînim. Bahol yek ji wan nîşaneyên penaberan e û rewşa penabertiyê sembolîze dike. Ava ku di baholê de ye jî ew behr e ku penaber tê de difetisin û canê xwe ji dest didin.”

ARDÎN DÎREN

Şêwekar û hunermendê ciwan Berhîm Raman bi tabloya xwe ya “Rizîbûn” û înstalasyona xwe ya “Tofan” tevlî festîvala “Enough” ya li Swîsreyê bû. Xebatên Berhîm Raman li festîvalê du rojan hatin nîşandan. Berhîm Raman bi van xebatên xwe balê dikişîne rewşa penaberiyê û rizîbûna mirovahiyê derdibire. Ew niha li Swîsreyê xebatên xwe yên hunerî didomîne û di ber re jî dixwîne. 

Berhîm Raman ji Qosera Mêrdînê ye. Sala 1993’an hatiye dinê. Piştî ku li zanîngehên Tirkiyê beşa hunerî diqedîne, dewleta Tirk gefan lê dixwe û wî rehet bernade. Ji ber ku xwedî helwêsteke polîtîk e, doz lê tê vekirin û dixwazin wî bigirin. Berhîm Raman jî herî dawî wek kîsoyên di înstalasyona xwe de bi cih kiriye, mala xwe li pişta xwe dike û berê xwe dide Ewrûpayê. 

Çavkaniya wî Adorno ye

Beriya salekê ji welat derketiye û niha li Swîsreyê wek penaber dijî. Ev demek dirêj e, bi mijara rizîbûnê daketiye û serê xwe pê diêşîne. Her wiha ji ber ku ew penaber e, ev mijar jî pirr bala wî dikişîne û li ser van babetan diponije. Ew bi karê dijîtal û grafîtî re jî mijûl dibe. Di huner de gelek şêwazan diceribîne û lêgerîneke wî heye. Berhîm Raman herî dawî pirtûka “Minima Moralia” ya Theodor W. Adorno ji xwe re dike referans û wek çavkanî ji bo mijara xwe ya hunerî jê sûd werdigire. Ew vê pasaja Adorno ji bo xebata xwe dike referans, “Heger em bixwazin tîpên mirovên nû fêhmbikin, divê em li dinyaya wan ya ku bi tiştan hatiya dagirkirin ango tûşî tiştan bûye baş bifikirin. Divê em wan wek hebûneke ku di pergalê de pirr kûr çûne bifikirin, hebûna ku ji kûrahiya pergalê şopan dihewîne.” 

Ev tofan dawiya dinyayê ye

Berhîm Raman diyar dike ku bêpergalbûna dinyayê qeyrana penaberan bêhtir ber bi aloziyê ve biriye û her tişt asê kiriye. Berhîm Raman vê yekê wek “Tofan” bi nav dike û dibêje, “Piştî vê qeyrana penaberiyê girantir bû, li ser mirovan çewisandin ango zordestiyek ava bû. Ez bi vê înstalasyonê hewl didim bîner bi hin pirsan re rû bi rû bimînin û li ser qeyranên xwe biramin. Ez hin trawmayan wek sembol bi kar tînim. Bahol yek ji wan nîşaneyên penaberan e û rewşa penabertiyê sembolîze dike. Ava ku di baholê de ye jî ew behr e ku penaber tê de difetisin û canê xwe ji dest didin. Req an jî kîso jî metaforeke girîng e ji bo penaberan, ji lewma her tim mala wan li pişta wan e û ber bi armancekê yan jî hedefekê ve diçin. Helbet mirina kîsoyan ya di nav avê de ne guncaw e û ew zû bi zû namirin, lê min ew bi ser piştê qelibandin û ew mirî nîşan dan. Sedema mirina wan ne xwezayî ye, hin kes tehlûke ne li djî jiyana wan û wan dikujin. Li vir ji dahûrandina bûyeran zêdetir, ez dixwazim qadeke agnostîk jî ava bikim. Her wiha rêwîtî dewam dike û weke rêwîtiyê bêrêziya li hember jiyana mirovan jî. Ev dawiya dinyayê ye. Tofan e.” 

Daxwazeke bê sînor ya mirovan heye

Berhîm Raman tabloyeke bi navê “Rizîbûn” jî çêkiriye û dibeje, dinya ber bi xerabûnê ve diçe. Berhîm Raman tabloya xwe “Rizîbûn”ê wiha rave dike, “Gava ez li ser vê meseleyê fikirîm min got, gelo ez kîjan malzemeyan bi kar bînim. Herî dawî rengên zengarî yên riziyayî û kevzê min bi kar anî. Di tabloyê de bêhîsbûna mirovahiyê heye. Mirov û matmayîbûn! Serdestan jiyan ango civak bê mane kirine. Dinya bi awayekî global û bi lez û bez ber bi xerabûnê ve diçe. Her tişt tê talankirin. Her ku diçe, civakeke ne afirîner tê ava kirin û hilberînerî pirr kêm dibe. Çand jî û mirov jî dirizin, tevî van, çand û mirov jî bê nirx dibe. Niha civakên ku em tê de, ji pêdiviyên xwe zêdetir, dibin xwediyê tiştan û derveyî pêdiviyan tevdigerin û têr nabin. Her tim daxazeke bê sînor li wan peyda dibe û di çerxa xerckirinê de winda dibin. Ev helwêsta mirovan rizîbûn e. Ji lewre, têrxwarin tine ye!”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.