Tenê Yûsefke li Kêste ma

Luqman GULDIVÊ nivîsand —

Duşem 17 Gulan 2021 - 04:45

Birîna wî bi xwe heye, kêr gihaye hestî. Mir ha mir! Li ber nemanê ye. Êşa nemanê jî ne wek êşên din e. Êşeke giran e, timî jan dide. Wek arana qolincê ye carinan, carinan jî dil û kezeba mirovî ji hinavên wî dikişîne der. Lê xema wî, yeke din e. Belkî jî her tişt e, lê ne birrîna wî ye.

Axir kî dizane, belkî ji bo ku wê êş, jan û aranê ji bîr bike, ji bo ku derdê nemanê konê xwe yê reş li ser hizrên wî venegire, ew bi qest jî wisa dike. Xwedê dizane, lê ya rastî ez nizanim. Belkî jî naxwazim zanibim. 

Ev kesê ez jê re "ew/wî" dibêjim, bi rastî heye. Her kêlî li deverekê xwe bi rengekî din nîşanî min dide. Her roja dibihure dike ku bibêjim, sal bi sal xwezî bi par. Ecêba sosret û sosirmetan e. Xwe nagirim û her dibêjim, sibhanela ev çi teba ye!

Ev çi teba ye. Diyar e Kurd e. Kurd e lê, "lê"yeke mezin pê ve ye. "Lê"ya behsa wê dikim, teriyeke dirêj, giran û bê ruh e pê ve. Barekî ewqasî giran e, ku birîna wî û Kurdbûna wî şêlo dike. Gelo hebûna li ber nemanê wisa dike?
Birîn ne ya îro ye, birîneke sedsalî ye! Û hîç keysa xwe lê neanî bikewe. Nêm û edab jê kêm nebû. Derdê nemanê giran e yabo, ne weke ti derdê din e. Mirovî şêt û dîn dike. Dibe ku ha ev, halê wî yê dînbûnê be.

Rojekê behsa xwe nake. Nabêje, va ye! Ha va ye! Nehîteke artêşan e law! Ji Efrînê heta bi Barzan, hezar û kusur kîlometroyan li min dixe! Li hebûna min dixe. Dike ku nemînim, yabo min qir dike! Na, nabêje, tenê xwe kerr dike. His û kerrên jê nayê. Weke marê zivistanê tevizî, xwe li mirinê datîne.

Lê bi carekê ruh pê tê, gava behsa birînên din tê kirin. Helbet insan e, ew jî dikare bi cîranê xwe, bi xizm û nasê xwe biêşe. Neêşe jî wê bibe "çi teba". Lê namîne ha, namîne, dimire. Kula wî, sê sed carî ji kul û agirê Helebê girantir e. Ew çi teba ye, kula xwe nabîne, bi ya cîranê xwe diêşe û dibe dijminê cîranê cîranê xwe?

Nav lê bikim ne wisa… Geh dibe hevalê mezlûmên Filistînî û te dît dijminekî bê qisûr ê Cihûyan e. Geh dibe qaşo Kurd, lê dîsa birîna xwe nabîne û dibe dijminekî sihê yê Ereb û Misilmanan. Ha tebayekî wilo ye. Li Efrînê, li Serêkaniyê, li Avaşîn, Metîna û Zêyê, ha vê kêliyê zilma li wî tê kirin, li kesî nayê kirin. Erê Filistînî mezlûm in, lê ew namîne ha, diqele, koka wî diqele, radibe dibe nijadperest beramberî Cihûyan. Hîna nekariye bibe netewe, yan jî fêm nake netewe çi ye, rabibe nijadperestiyê li dijî Ereban û Misilmanan dike. Çendek Êzîdî filitîne, hatine îro, êdî ew Kurd hebin, Êzîdî hebin ji bo wî ne meseleya nemanê ye, lê carinan kar û emelê wî ye bela xwe li wan çend Êzîdiyan bixe ji ber ku dixwazin weke Êzîdî hebin. Nizanim çi teba ye, û belkî naxwazim zanibim jî.

Lê bi anektodekê xelas bikim. Wê rojê min telefonî hevalekî xwe kir. Ji gundê Kêste ye. Di Roj TV de em bi hev re xebitîbûn. Navê wî Ednan e. Eynî wê rojê, dewleta Tirk a dagirker êrişî gund dikir. Axir li ser pirsa min, Ednan got, kesekî tenê li gund maye. Yek kesê tenê! Gelo ew kî bû? Yûsef yan jî çawa gundî jê re dibêjin, Yûsefkê. Yûsefkê ne Kurmanc e. Bi gotina Ednan Fele ye. Xwedê dizane Suryanî ye. Kuro wî şerî, wê qiyametê, ew çawa dike? Wî nexwestiye Kêsteyê bi cih bihêle. Gotiye, esker xwe ji zinar berdin jî, ew li ber xwe bide. Na, nexêr, tivinga wî nîne, çifteyeke wî heye. 

Bi wê çifteyê Yûsefkê wê xwe li ber nemanê bigire, li ber êşa nemanê. Mirov e, dizane derdê nemanê çi giran e. Birîna xwe nas dike. Yên nas nedikirin, ji mêj ji eqarên gundê xwe jî bûne der, ji dûr ve dîmenên artêşa Tirk a dagirker digirin, û heyrana wan qehremanan in, ewên li ber xwe didin, nahêlin dijmin du gava bi pêş ve bê.

Ew zilamê nijadperest, hilîne ji bi wara min. Hilîne, heke tu namîne jî nemîne. Yê min birîna min giran e, kula min neman e. Hilîne ji biwara min, hîlîne…

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.