Tenê tifaq serketinê tîne

Duşem 23 Çile 2023 - 01:47

Êrişên Dewleta Tirk a bi hevkariya PDK’ê li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê dewam dikin. Di encama van êrişan de bi hezaran caran çekên kimyewî hatin bikaranîn. Gerîlayê HPG’ê Xelef Tolhildan (Serhat Erdogan) jî di encama êrişên çekên kimyewî de li Avaşînê şehîd bû. 

Xelef ji xelkê Cizîra Botanê ye. Sala 2015’an tevlî nav refên PKK’ê dibe. Di 26’ê Îlona 2022’yan de jî di encama êrişên çekên kimyewî de şehîd bû. Dayika şehîd Xelef, Sabriye Erdogan, ji ajansa JINNEWS’ê re behsa kurê xwe kir. 

 

Neheqî û zilm qebûl nedikir

Sabriye Erdogan got, ew 30 sal berê ji gundê Çemkarê yê ser bi Cizîrê koçber bûne û li Cizîrê bi cîh bûne. Dayika 8 zarokan e û Xelef kurê wê yê herî piçûk e. Sabriye Erdogan di destpêka axaftina xwe de behsa kurê xwe kir û got; “Ji xwendinê gelekî hez dikir. Gelekî jêhatî û zîrek bû. Têkîliya wî bi civakê re dilgerm û zane bû. Hêj temenê wî piçûk bû haya wî ji êş û zilma li ser Kurdan hebû. Tim digot, neheqiyê li me dikin û tim Kurdan bêzar dihêlin. Di 26’ê Sibata 2015’an de çû. Me qet jê agahî wernegirt û haya me jê tine bû ku çûye. Heta ku agahiya şehîdbûyîna wî gihişt me.”

 

Ma qey wîjdan û exlaq nîne  

Sabriye Erdogan ji ber bikaranîna çekên kimyewî jî got; “Kurê min li Avaşînê bi çekên kimyewî şehîd bû. Gava min agahiya şehîdbûna wî di nûçeyan de dît, dil û kezeba min şewitî. Ez bi êşa wî qeherîm. Çekên kimyewî divê li dinyayê li ser ti mirovî jî neyên bikaranîn. Ev ne hiqûq e û ne jî wijdan e. Bikaranîna van çekan bêexlaqî ye. Çekên kîmyewî li dijî Kurdan tên bikaranîn. Ma qey wîjdan û exlaq nîne.”

 

Kurd divê bibin tifaq 

Sabriye Erdogan bang li Kurdan kir da ku bibin tifaq: “Ez bang li Kurdan dikim da hişyar bin û tifaqa xwe pêk bînin. Tenê yekitiya me dikare serketinê bîne.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.