Tenê ne çayxane muze ye jî

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 9 Adar 2022 - 22:03

  • Li navçeya Soran çayxaneyek heye jê re dibêjin Çayxaneya Çandî ya Soran.

Li navçeya Soran çayxaneyek heye jê re dibêjin Çayxaneya Çandî ya Soran. Cûdahiya vê çayxaneyê ji çayxaneyên din ew e ku hemû dîwarên wê û xwarin, vexwarinên lê tên xwarin û vexwarin ji tiştên kurdewarî pêk tên. Welatî dibêjin, çayxane mîna mûzexaneyeke çandî ye û ew li çayxaneyê demeke xweş derbas dikin.

Çayxaneya Hunerî ya Soran a li taxa Herîq ya navçeya Soran bûye cihê komkirina kelûpelên çandî û folklorî yên Kurdî. Kesên serdana vê çayxaneyê dikin dibêjin, çayxane bûye mîna muzexaneya çand û hunerî. Li nava çayxaneyê kelûpelên dema berê lê hatine bi cihkirin. Vê yekê jî bala welatiyên navçeyê û geştiyaran kişandiye ser xwe.

Bi şev li çayxaneyê qerebalixiyek zêde çêdibe û gelek kes ji bo derbaskirina demeke xweş û çay vexwarinê diçinê. Ji ber avhewaya sar a navçeya Soran çaya li ser pelan û sobeya daran, bûne du taybetmendiyên cuda yên vê çayxaneyê. Ji bilî çayê, qehwe, şîr gûz, mewîj, kizwan, hêjîr û tûyên hişkirî jî lê hene û welatî bi xwarina wan demeke xweş derbas dikin.

Ji dûkela cixarê û nargîleyê dûr e

Zimanko Sirêşmeyî xwediyê çayxaneya çandî ya Soran e. Zimanko got, “Li hemû bajaran çayxaneyên bi vî rengî hene. Me jî nexwest em vê çandê ji bajarê xwe kêm nehêlin û me zindî kir. Çayxaneya me cihekî aram û dûr e ji dûkela cixare û nargîleyê. Ji hemû beşên civakê xelk tê çayxaneya me.”

Dîwarên çayxaneyê bi kelûpelên çandî û folklorî yên Kurdî hatine xemilandin û ev yek jî bûye sedem bala welatiyan biçe ser wê. Her wiha şeş karmendên çayxaneyê hene û debara xwe li ser karê çayxaneyê dikin. Du ji karmendên çayxaneyê derçûyên beşa yasa û peywendiyên navdewletî yên Zanîngeha Soran in.

Li gorî gotina xwediyê çayxaneyê, zivistanan Soran gelekî sar e, ji bona wê, hebûna soba daran di çayxaneyê de tam û hewayeke cûda dide çayxaneyê û welatî li ber sobeyê rûdenin û çayê vedixwin.

Peywîra hikûmetê bi cih tîne!

Welatiyê bi navê Kakereş Hisên ê ji Rewanduzê, dibêje, ji ber ku hikûmet girîngiyê bi çand û folklora Kurdî nade, çayxaneya çandî ya Soran bûye cihekî ji bo komkirina welatiyan, kelûpelên çandî û folklorî.

Cadeya Herîq li navçeya Soran bazareke vekirî ya şevan e, dişibe cadeya Îskan a Hewlêr û Sehole ya Silêmaniyê. Qerebalixiyeke zêde lê heye. Ji ber qerebalixiyê, xwediyê çayxaneyê çayxaneya xwe mîna mûzexaneyekê lêkiriye û bi vê yekê bala welatiyan dikişîne ser xwe.

ROJNEWS/SORAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.