Tembûrên Ebdo Resûlo

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 18 Çile 2023 - 03:52

CEMÎL EBDO/ROJ DENÎZ/ANF/ŞÊREWA

 

Ebdo Resûlo li gundê Ziyaretê yê Şêrawayê dimîne. Ew bi çêkirina tembûran hem pîşeyê bav û kalên xwe didomîne hem jî debara xwe dike.

Ebdo Resûlo esas ji navçeya Cindirês a Kantona Efrînê ye. Piştî dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, neçar dibe ku koçî gundê Ziyaretê ya Şêrawayê bike. Ebdo Resûl ligel şert û mercên şer ên dijwar ji bo ku debara xwe bike, bi çêkirina tembûran pîşeyê bav û kalên xwe dewam dike.

Ebdo diyar kir ku, çêkirina tembûran hunerekî civakî ye û got, “Ji ber ku çêkirina tembûran hunerekî civakî û pîşeyî yê bav û kalên me ne, li gorî şert û mercên heyî em hewl didin, dewam bikin. Her mirov ji bo debara xwe bi karekî re mijûl dibe, min jî ev pîşe hilbijart. Dema ku mirov darekî bêteşe tîne û li ser dixebite ango teşeyekî nû dide darî, kela canê meriv radibe. Hesteke hilberînê xwe li meriv dipêçe.”

 

Tembûr çawa bi gewde dibe?

Ebdo behsa şêwaza çêkirina tembûran jî dike: “Ji bo ku temenê tembûrê dirêj be û dengê wê xweş be, cureyekî daran diyar heye. Mînak darên gûzê û tûyê tên bikaranîn. Ji ber rewşa koçberiyê û şert û mercên şer, li gorî derfetên heyî û darên heyî yên kevn hatine birrîn, em tembûran çêdikin. Di destpêkê de dar weke kutik li cem necar û xeratan tên birrîn, piştre weke şivikan tên derxisitin. Ew şivikên ku hatine qutkirin, ji bo ku nerm bibin, di avê de tên hêştin. Piştî ku demeke dirêj di avê de dimînin, li ser qalibê wê tê rêxisitin û tên germkirin. Li gorî wê ew şivik hişk dibin û li ser qalibê hatî danîn, teşe digirin. Piştre ew şivik tên êgekirin û li gorî çêkirina tembûrê dîsa tên qutkirin. Di dawiyê de ew şivik bi zemqa daran bi hevdu ve tên zeliqandin û gewdeya esasî ya tenbûrê tê çêkirin.”

Ebdo Resûlo anî ziman ku ji ber şert û mercên koçberiyê û kêmderfetiyê, ew nikarin tembûrên tên xwestin çêbikin.

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.