Têkoşînên me destûbira ne

Çarşem 4 Gulan 2022 - 21:15

  • Endamê Dîwana Serokatiya Parlamena Katalan Carles Riera: Wê kêliya ev deklarasyon hat erêkirin, ew sazî û dezgehên Katalanî angaje dike ku van pêşniyaz û prensîpên di deklarasyonê de li cem dewleta Spanî jî îfade bikin. Em ê hewl bidin ku vê deklarasyonê bibin parlamen û Kongreya Spanyayê jî.

LUQMAN GULDIVÊ

Endamê Dîwana Serokatiya Parlamena Katalanyayê, Carles Riera i Albert li ser danezana piştgiriya bi tevgera Kurd û rûreşkirina êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk ji me re peyivî. Wî got, ew ê hewl bidin daxwaz û pêşniyazên di deklarasyonê de bibin parlamen û Kongreya li Madrîdê jî û di heman demê de zextê li Yekîtiya Ewrûpayê bikin da ku helwêstê beramberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li dijî miletê Kurd nîşan bidin. Wî her wiha got, weke parlamen û siyaseta Katalan, ew ê hewl bidin ku hikûmeta Spanî di warê firotina sîlehan de têkiliyên xwe bi dewleta Tirk re biguhere û êdî sîlehan nefiroşe Tirkiyeyê.  

Bi pirraniya piştgiriya partiyên siyasî, Parlamena Katalanyayê doh bi deklarasyonekê xwest êrişên dewleta Tirk ên li dijî Kurdistanê rawestin. Ev daxuyanî wê tesîreke çawa li raya giştî ya Katalan, Spanî û Yekîtiya Ewrûpayê bike?

Em hêvî dikin ku tesîrekê bike. Lewma deklarasyona me, ya pirraniya parlamena Katalan e. Ji ber wê, em pirr bi hêvî ne û wisa bawer dikin ku wê gelek tesîrê bike li welatê Katalanyayê; lê her wiha di çarçoveya navneteweyî de em ê hewl bidin, bikin ku tesîrê bike. Ev deklarasyonek e ku ji du beşan pêk tê. Beşa destpêkê rewşê terîf dike û analîza rewşê dike. Beşa dawiyê jî daxwaz û pêşniyazên berbiçav dike. Di vê beşa dawiyê de em dixwazin ku dewleta Tirk êrişên xwe yên leşkerî yên zextker ên li dijî gelê Kurd û xaka Kurdan, nexasim jî li Başûrê Kurdistanê, bi dawî bike. Em bang li saziyên navneteweyî dikin yên weke Yekîtiya Ewrûpayê (YE), Konseya Ewrûpayê, NATO, Neteweyên Yekbûyî (NY), û her wiha Lîga Ereb dikin da ku ji bo bidawîkirina van êrişan bang li dewleta Tirk bikin. Em di heman demê de di çarçoveya navneteweyî de bang li rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî, sendîka, rêxistinên mafê mirovan û yên din dikin da ku hewl bidin û bang bikin li rêxistinên navneteweyî û dewleta Tirk, van êrişên xwe bi dawî bike. Em piştgiriya xwe bi mafên kolektîf ên gelê Kurd re diyar dikin. Di heman demê de em di asta navneteweyî de dixwazin rewabûn û qanûnîbûna partiyên siyasî yên Kurd bê naskirin, lewma dewleta Tirk zextê li wan jî dike. Em doza çareseriya siyasî û demokratîk a naskirina mafên kolektîf û siyasî yên gelê Kurd dikin. Bi van re jî em doza azadkirina serokê tevgera Kurd [Abdullah Ocalan] ê halê hazir di hepsê de jî dikin. 

Di beşa yekê de em rewşê dinirxînin û dibêjin, nakokî ye ku dewleta Tirk û Erdogan di şerê Rûs-Ukraynî de xwe weke navbeynkar nîşan didin; lewma ev dewletek e ku mafên kolektîf ên miletê Kurd red dike û bi awayekî êrişkariya leşkerî li ser xaka Kurdan e.  

Parlamena Katalan daxwazên sereke yên tevgera Kurd hemû di vê danezana xwe de bi cih kirine!

Helbet, em timî piştgiriya xwe bi miletê Kurd re nîşan didin. Berevaniya me ya ji bo mafên kolektîf ên Katalanan, di çarçoveyeke înternasyonalîst de ye. Em bi têkoşîna tevahiya miletan re ne ku ji bo naskirina mafên xwe yên kolektîf û siyasî têdikoşin. Helwêsta me di asta navneteweyî de, piştgiriya ji bo “diyarkirina çarenûsa xwe” ya miletan e. Bi dîtina me, mafê diyarkirina çarenûsa xwe û derfeta bicihanîna wê ya demokratîk li her derê, wê bibe gava herî girîng li seranserê dinyayê ji bo avakirina aştiyê û edaleta kurewî.  

Spanya, welatên endamên YE´yê şerê êrişê yê dewleta Tirk ê Îlona 2019´an bi nav kiribû, lê ti encam li dijî delweta Tirk derneketibû holê. Gelo em dikarin li bendê bin ku zext li van welatan bê kirin da ku li dijî dewleta Tirk jî weke li dijî Rûsyayê bibin xwedî helwêst? 

Helbet armanca me ew e ku em zexteke bi vî rengî bikin; em bêdengiya li ser asta Yekîtiya Ewrûpayê û endamên wê bişikînin. Em dixwazin ku ew bibin xwedî helwêsteke li dijî her awayê destwerdanên leşkerî yên li dijî hiqûqa navneteweyî û serweriya miletan. Lazim e perspektîfa parastina hiqûqa navneteweyî û rêzgirtina ji serweriya miletan re, Yekîtiya Ewrûpayê bibe xwedî helwêst. Yanî helbet divê ev ceza û mueyîde ji bo şerê niha li Ukraynayê lê bin, lê her wiha divê ji bo şerên mayî yên bi vî rengî jî lê bin.

Me di beşa pêşniyazan de ji YE´yê xwest ku hevgirtinên xwe yên bi Tirkiyeya roja îro re biguhere, di warê rêzgirtina dewleta Tirk ji hiqûqa navneteweyî, û maf û serweriyan miletan re, bêhtir zextê bike û biryardar be. Me ji dewleta Spanî jî xwest peywendiyên xwe yên bi dewleta Tirk re biguhere. Me bi awayekî berbiçav xwest ku dewleta Spanî firotina sîlehan a ber bi dewleta Tirk re rawestîne.

Ji bo ku Madrîd çêtir dengê Barcelonayê di vî warî de bibihîse, gelo parlamenterên parlamena Katalan wê tiştekî bikin?

Helbet, em timî hewl didin mijarê bêhtir bixin rojeva raya giştî. Wê kêliya ku doh [pêr] ev deklarasyon hat erêkirin, ew sazî û dezgehên Katalanî angaje dike ku van pêşniyaz û prensîpên di deklarasyonê de li cem dewleta Spanî jî îfade bikin. Em ê hewl bidin ku vê deklarasyonê bibin parlamen û Kongreya Spanyayê jî.

Gelo Katalan jî piştgiriya gelê Kurd bi miletê Katalan re hîs dikin?

Daîmen! Di navbera me de timî peywendiyên xurt hebûn. Ev tiştekî sereqet û daimî ye. Ev ne meseleyek e ku tenê ji bo mijarekê xwe dide der.

Ev beşek e ji çarçoveya piştgiriya daimî. Yanî ev têkiliyên piştgiriyê û hevkariya daimî ya miletan e. Em gelekî şa û bextewer in ku têkoşînên miletên Kurd û Katalan destûbirayên hev in. Dawiya dawî jî armanca me yek e. 

 

Dawî li dagirkeriya dewleta Tirk bînin

Dîwana Serokatiya Parlamena Katalonyayê, bi deklarasyonekê nerazîbûn nîşanî êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk da û got, “Dinya çavê xwe ji êrişkariya Erdogan re digire, xwîn yekcar zêde dirije, careke din mirov koç dikin û bêîstiqrarî çêdibe.” Partiyên ERÇ û JxCat du partiyên di hikûmetê de ne, CUP û  NCGĞi COMUNS jî partiyên muxalefetê ne.

Di dawiya danezanê de ev daxwaz û pêşniyaza tevdîran hatin îfadekirin:

Desteya Berdevkên Parlamena Katalonyayê dibêje,

- Neteweyên Yekbûyî, NATO, YE, Konseya Ewrûpayê û Lîga Ereban jî di navê de, em bang li hikûmet û saziyên navneteweyî dikin ku bi lez û bez li dijî tevgera leşkerî nehuqûqî ya dewleta Tirk a li dijî herêmên Şikefta Birîndara, Kurêjahro, Çiyayê Reş û Zapê yên li Başûrê Kurdistanê bi lez û bez tevdîran bigirin.

- Em tifaqa siyasî YE û welatên endamên wê ya bi Tirkiyeyê re şermezar dikin û ji dewleta Spanyayê dixwazin ku hew alav û amûrên leşkerî bifiroşe dewleta Tirk.

- Em vê êrişkariyê eşkere şermezar dikin û dibêjin, bila Tirkiye leşkerên xwe ji Başûrê Kurdistanê vekişîne.

- Banga me li partiyên siyasî, rêxistinên mafên mirovan, rêxistinên aştiyê, sendîkavan û aktîvîstan ew e ku li hemberî êrişkariya dewleta Tirk rabin.

- Em rewabûna partiyên Kurd ên ji bo parastina berjewendî, maf û azadiya welatiyên Kurd bi awayekî demokratîk têdikoşin, diparêzin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.