Têkoşîna bi sînemayê

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 19 Hezîran 2022 - 22:00

  • Haşim Aydemir: Tevgara azadî rê li ber van bûyeran vekir. Êdî Kurd di her karê xwe de bi rola sereke radibin. Him di warê çîrokê him jî di warê dîtbarî de sînema nirxan ava dike. Lê em dizanin bi sedan serpêhatiyên Kurdan hene ku hîna jî nehatine ser ziman û li benda roja xwe ne.

GUNAY AKSOY / ANF/SILÊMANÎ

Derhênerê Kurd Haşim Aydemir, zêdetir bi filma “14’ê Tîrmehê” hat naskirin. Ew balê dibe ser peywira sînemayê û dibêje, heger em bi sînemaya xwe behsa xelkê xwe nekin, kes dê nikaribe serpêhatiyên me bibêje: “Em bi sînemayê alîkariyê didin pêvajoya azadiyê.”

Haşim Aydemir piştî filma “14’ê Tîrmeh”ê, filma “Dema Dirîreşkan” çêkir. Her wiha wî filmeke bi navê “Dewrana li Sûrê” jî çêkiriye û xwestiye bi riya mîzahê rewşa Qirixên Amedê vebêje. Filma Dema Dirîreşkan niha li Ewrûpa û gelek cihên din tê nîşandan. Li gorî agahiyên Aydemir, dê di nava çend mehan de li Rojava jî were nîşandan. Aydemir diyar dike ku filma wî ya “Dewrana li Sûrê”, dê payîza 2022’yan li Tirkiye û gelek bajarên Kurdistanê bikeve vîzyonê.

Derhêner Haşim Aydemîr got, wan rêzefilma Ax û Jiyan, Malîno, Ref li Amedê çêkiriye û wiha dewam kir, “Sala 2012'an me belgefilma ‘Dema Evîn Dikeve Dil’ li ser girtiyên di rojiya mirinê de ne çêkir. Me berxwedana 14’ê Tîrmehê ku yek ji berxwedanên herî girîng ên Tevgera Azadiya Kurd e, kire film. Me derfet dît ku em êşkence, pêkanînên dijmirovahî û berxwedana mezin a tevgera azadiya Kurd li zîndana Amedê bikişînin. Di dîroka gelê Kurd de filmekî girîng bû. Di sînemayê de serdema min a herî girîng temsîl dike. Pêvajoya rêwîtiya min a sînemayê bû ku gihîşt qonaxekê. Filma ‘14’ê Tîrmehê’ di nasnameya min a sînemayê de xwedî roleke diyarker e. Ez wisa difikirim ku min bi huner û sînemayê tevkariya têkoşîna azadiya gelê xwe kiriye. Ez dikarim bibêjim, ew filmek e ku, ez afirandim. Ev film bi dînamîkên xwe, sînemager û hunermendên xwe di danasîna berxwedana Tevgera Azadiyê de bi roleke girîng radibe. Gelê Kurd filma 14’ê Tîrmehê hembêz kir. Me bi gel re li sînemayan temaşe kir.”

Tevgera azadiyê pêşiya me vekir

Aydemir behsa pêvajoya hilberîna hunerê Kurd jî kir û got di warê siyaset, wêje û hunerî de gelek pêşketin çêbûne û ev yek jî bi têkoşîna gelê Kurd ve girê da: “Tevgara Azadiyê rê li ber van bûyeran vekir. Êdî Kurd di her karê xwe de bi rola sereke radibin. Him di warê çîrokê him jî di warê dîtbarî de sînema nirxan ava dike. Lê em dizanin bi sedan serpêhatiyên Kurdan hene ku hîna jî nehatine ser ziman û li benda roja xwe ne. Tenê ji ber dîroka Tevgera Azadiyê ya 40 salan, bi hezaran çîrok derdikevin. Her wiha serhildanên Kurdan hene, Kurdan ti carî li hemberî zordestan serî netewandiye. Di siberojê de dê ji van serpêhatiyan û serhildanan gelek çîrokên sînemayî derkevin. Wek sînemavan divê em jî bi hunerê xwe vê yekê bibînin û van serpêhatiyan bikin film.”

Pêşengiya Yilmaz Guney û Xelîl Dag

Haşim Aydemir behsa sînemavan Xelîl Dag û Yılmaz Guney kir û got, sînemaya wan di warê sînemayê de riya wî ronî kiriye û peywira wan ya ji bo sînemaya Kurdî ya ku bi cih anîne wiha anî ziman, “Yilmaz Guney bingehê sînemaya Kurd danî. Bi filmên xwe nasnameya Kurdî derxist pêş û berê kamerayê da êş û serpêhatiyên gelê xwe. Wî bi huner û zimanê sînemayê, karên bêhempa derxistin holê. Xelîl Dag jî dixwest li warên azad sînemayê bi pêş bixe û weke gerîlayekî bi vê yekê bawer bû. Di vî warî de pêşengiyeke baş kir, heza ku tevgera azadî di warê siyasî de derxist holê wî jî di warê sînemayê de vê yekê nîşan da. Ne sînemayake pasîf lê ruhê sînemayeke çalak ya ku Kurd edî bi xwe bawer in, nîşanî xelkê da. Di şexsê Xelîl de me dît ku dema merivek xwe ji kesayeta mêtîngehiyê rizgar kir, ew dikare hîmên sînemayeke azad jî dayne.”

Piştî Xelîl Dag yekem filma gerîla

Aydemir bi bîr xist ku piştî Xelîl Dag, filmên gerîla nehatin çêkirin ji ber wê, ew filma “Dema Dirîreşkan” weke dewama filmên gerîla dibîne û wiha dibêje, “Filmên Xelîl Dag hebûn, me li hemûyan temaşe kir. Filmên wî tesîreke baş li me kir. Ev filmên ku di nav şert û mercên dijwar de hatibûn çêkirin, kela canê me rakiribû û me bi vê kelecanê li Kurdistanê bi awayekî profesyonel filmekî gerîla çêkir. Hunermend nikare xwe ji bûyerên rast dûr bixe, nexasim pêvajoyên salên 90’î qet naçin ji bîra min. Birayekî min jî gerîla bû û gelek caran gundê me jî hate şewitandin. Ji lewma, min xwe da ber vê filmê û min xwest vê rastiyê bi riya filmekê bînim ziman.”

‘Dewrana li Sûrê’ dê gel bikenîne

Haşim Aydemîr di dawiyê de behsa filma xwe “Dewrana li Sûrê” jî kir û got, “Em panoramaya Amedê bi sê karakterên bi navê Doto, Titî û Şaşo ku di salên 90'î de bi çanda Qirixan mezin bûne, xêz dikin. Bi rastî jî me hewl da ku bi rêya sê hevalan, bi her amûra teknîkî ya sînemayê, serpêhatiyên gelê Amedê bi awayekî belgefilmî pêşkêş bikin. Sirri Sureyya Onder û gelek lîstikvanên hêja beşdarî filmê bûn. Wê di payîzê de ji gelê me re bê nîşandan. Me hewl da ku cîhana dramatîk a ku Kurd tê de, hinekî bi henekî rave bikin da ku gelê me hinekî bikene. Li pişt me gelê me yê bi hêz heye. Li Amedê jî gel em hembêz kirin. Hunermendek heta ku ji gelê xwe qut nebe, wê serketî be.

Yekane xema me ew e ku em bi her awayî xwe bigihînin gelê xwe yê li her derê. Em carna di şanoyan, carna di festîvalan, carna di televizyonan û carna jî di medyaya civakî de hewl didin filmên xwe bigihînin gelê xwe.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.