Têkoşîna argalaya

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 31 Tîrmeh 2022 - 22:00

  • Wan dirûşmeya “aragalaya” li vê parkê got û ev der bû cihê “aragalaya” wan. Argalaya bi zimanê Sînhalî “têkoşîn û berxwedan” e. Piştî demekê jî hunermend, aktîvîst û çalakvanan li vê parkê, gundekî bi navê “Gota Go Gama” (GGG) yanî “Gotabaya vê derê biterikîne” ava kirin.

ARDÎN DÎREN

Beriya serokwezîrê Srî Lankayê Gotabaya Rajapaksa ji textê xwe were kirin û dawî li deshiltiya wî bê anîn, li paytexta welat Kolombo gelek xwepêşandan çêbûbûn. Kesên dixwestin desthilatdariya Rajapaska hilweşe, li parka li ber behrê ya herî mezin, ango li parka “Galle Face Green” civiyan û dest bi protestoyan kirin. Wan dirûşmeya “aragalaya” li vê parkê got û ev der bû cihê “aragalaya” wan. Aragalaya bi zimanê Sînhalî “têkoşîn û berxwedan” e.

Piştî demekê jî hunermend, aktîvîst û çalakvanan li vê parkê, gundekî bi navê “Gota Go Gama” (GGG) yanî “Gotabaya vê derê biterikîne” ava kirin. Piştî avakirina vî gundê ji konan, kesên ku li hember desthilatê radibûn hemûyan hêza xwe xurttir kir û dengê xwe li vê parkê bilind kir. Ev park tenê cihê xwepêşandan û aragalayayê nîn bû, her wiha li vir pêşangehên mezin çêbûn û gelek hunermendan berhemên xwe li vê parkê nîşan dan. Wekî din ji gelek bawerî û bîrdoziyan insan li wir dicivin û bi awayekî li hember desthilatê li hev dikin û li riyên çareseriyê digerin. Helbest dixwînin û bi riya forûman hin mijar û pirsgirêkên li welatê xwe nîqaş dikin. Her wiha hin rîtûelên xwe li wir pêk tînin, dans dikin û serbixwe dijîn.

Piştî ku serokwezîr kevn Ranil Wickremesinghe bû serokdewletê nû û dest bi kar kir, li welat rewşa awarte îlan kir.

Wî serê pêşî êriş bir ser vî gundî û xwest “aragalaya” xelkê Srî Lankayî bişikîne. Lê hunermendên li wir diafirînin, naxwazin vê meydanê yan jî vî gundî bi cih bihêlin û dixwazin li wir hunerê xwe bidomînin. Her wiha galeriyên ku li wir ava kirine jî dixwazin bimînin. Tehani Ariyaratne yek ji rêveberên projeya “Fearless Collective” (Kolektîfa Bêtirs) ye, hestên xwe yên derbarê vî gundî û meydana hunerî de wiha derdibire: “Dema em li vî gundî wêneyan çêdikin, hîseke cûda dide me, ji lewre huner weke amûreke berxwedanê bi manetir dibe û em dikarin bi rehetî hestên çalakvanan îfade bikin.”

Bi hêvî û ‘bêtirs’

Hunermendên Srî Lankayê ku wêneyê bi navê “Bêtirs” li ser dîwarekî çêkirine û li ser “We are our own leaders”

(Em rêberên xwe bi xwe ne) nivîsîne, bi çar fîgûran xemilandine. Ev wêneyekî mezin û kolektîf e. Bi keda gelek hunermendan hatiye çêkirin. Ev her çar fîgûr jî bi sembol û nîşaneyên xwe xwedî maneyên kûr in. Ji bo balê bikişînin ser bêedaletî, afirînerî û çalakbûnê, wan sembolên, mîzan, kulîlk, birinc û mûmê bi kar anîne. Wan bi vî resmê li ser dîwar, kêfxweşî û hêvî aniye ziman. Hunermendên Srî Lankayî li vî gundî, li ser aloziyên li welat diqewimin diramin û diafirînin. Ew tenê vê yekê nakin, her wiha dişopînin û çavdêriyan jî dikin û dixwazin derbarê rewşa siyasî, aborî û civakî de projeyên nû bi pêş bixin. Ji lewma, pergala li welat hilweşiyaye û pergala ku dê were sazkirin jî ji niha ve êriş dibe ser hunerê wan. Ji ber vê yekê, ew naxwazin vî gundî bi cih bihêlin; ev gundê ku wan xeyalên xwe lê pêk anîne. Ew dixwazin vî gundî biparêzin.

Bi helbestan ‘şahidiya windayiyan’

Li Srî Lankayê du salan carekê, festîvala hunerî ya bi navê “COLOMBOSCOPE” dihat lidarxistin. Di Sibata bihurî de helbestvanê Srî Lankayî Imaad Majeed bi projeya xwe “Şahidiya Windayiyan” ya ku niha jî ew li ser dixebite û didomîne, li ser kuştinên li Srî Lankayê pêk hatine, sekinî. Imad Majeed bi motîvasyona li gundê “Gota go gama” ev xebata xwe kûrtir kir. Wî bi gelê Tamîl re gelek wext derbas kir û ji bo kesên hatine windakirin û kuştin, helbest nivîsandin û înstalasyonek hazir kir. Ji lewma, di dema şerê navxweyî de gelek kesên sivîl hatibûn kuştin û windakirin. Niha jî kiryarên wan ne diyar in. Imaad Majeed dixwaze dengê dayikên ku zarokên wan hatine windakirin û kuştin were bihîstin. Imaad Majeed dixwaze bi helbest û xebatên xwe yên hunerî ji rayedaran hesab bipirse û rewşa dawî ya li welat jî wiha rave dike, “Niha Gatabaya çû û gelek tişt bi ser ketin. Ez bawer dikim, ev tegera li vî gundî ango ‘aragalaya’ xelkê Srî Lankayî dikare hin tiştan biguherîne û ez pê bawer im. Lê divê demokrasî bi pêş bikeve û her kes karibe aleke ku wan temsîl dike, bilind bike. Divê hin qanûn werin guhertin.

Heger hin qanûn neyên guhertin û behsa zilma berê neyê kirin, dîsa tevgerên weke ‘LTTE’ (Pilingên Tamîl Ealem yên Rizgariyê) dê derkevin û doza veqetandina ji welat bikin.”

‘Azad û şanaz’

Hunermenda bi navê Hema Shironî jî ku destpêkê li gundê “Gota go gama” xêz kiriye û xebitiye niha li malê dixebite û xêz dike. Ew bi qumaşên avêtî yên bêkêr dixebite û herî dawî xebata xwe ya bi navê “Cage free and proud” (Azad û serfiraz) çêkiriye. Wê amblemên projeya malên Hindîstanî ku li bajarê Killinochi tên çêkirin, neqişandiye. Di nav qefesa dorlêgirtî de hin parçeyên betonê bi cih kirine û ev rewş rexne kiriye. Hema Shironî dibêje, “Her çiqas berhemên min rasterast behsa protestoyan nekin jî ew bi berxwedana çalakvanan re elaqedar in. Ji lewma her tişt girêdayî van protestoyan e û girîng dibînim. Lê van demên dawiyê li malê dixebitim û li gorî çavdêriyên xwe li pey hin serpêhatiyên vî welatî digerim. Em her çiqas bibêjin tine jî têkiliya me û van protestoyan bi hev re heye û em tesîrê li hev dikin.” 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.