Têkoşîn li bereyekî fireh

Rêşad SORGUL nivîsand —

Pêncşem 16 Tîrmeh 2020 - 15:13

Dewleta Tirk a înkarker û qirker bêjiyê Osmaniyan e. Bi tevahî xisletên wê girtine û jê wêdetir xwe di avdonka qewmperestiyê de jî da kiriye û bûye zebenî bi dora xwe ketiye. Çawa Osmaniyan zarokên di qumatkê de ji bo desthilatdariyê dikuştin û ji bo muqtedîr bimînin gerandina her dekûdolabê rewa didîtin îro jî paşmayiyên wan bi heman awayî tevdigerin. Ev yek di mîzansena darbeya 15ʼê Tîrmehê de kirin. Li pêş çavê cîhanê şanoyeke xwînrij lîstin.


Di şer de ber li xwe fireh kirine. Ev jî xuya ye ku weke stratejiyekê danîne pêşiya xwe. Hinek ji wan ên pixik weke Davutoglu xwe fîlozofê vê stratejiyê didîtin. Ji lewra jî ji Idlibê heya Serêkaniyê, ji wir heta Başûrê Kurdistanê ta Lîbyayê û heta niha qala Yemenê jî tê kirin, xwe dirêj dike. Di berberiya navbera Ermenistan û Azerbegcanê de jî di kozikên Azeriyan de cih digire. Li nava avên Derya Spî jî qebqebû dike. Dêra Ayasofyayê jî dike mizgef û bi vê jî mîna zirzopekî osmanî simbêlan ba dide û xwe gewî dike. Axir li bereyekî fireh bi xeyalên osmanî radizê û radibe.


Ev dewleta ji bêjî û dewşirmeyan pêkhatî, di heman demê de derpîkên wan ên li NATOyê hatine dirûtin, di warê nijad û derûnî de nexweş in; pirsgirêkên wan hene ku xwe nîşan bidin û li pêş çavên hinan xwe îsbat bikin. Ji ber vê jî ya rastî bi tehlûke ne. Lê zirhêzên cîhanê zanin van kesan bimeşînin û hefsarên wan ji dest xwe bernadin. Hosta ne ku ehmeqên wisa bi nava erdên mayînkirî de biajon. Lê dema vê bi wan didin kirin, gelek bindest û hindikayiyên li jêrê wan jî bi wan didin pelixandin. Hinek teknîka eskerî bi destê wan berdane. Bi vê serdestiya teknîka eskerî bawer dikin ku wê cîhanê fetih bikin. Belkî heta radeyekê li hin deveran serdest û bi bandor bibin, lê dawiya wan şikestxwarin û bibinketine. Rast e ku di dîrokê de hin hêzan li hemberî hin hêzan dema teknîk pêşxistine serdestî bi dest xistine, lê di dawiyê de yên bi ser ketine, ne yên xwedî teknîka pêşketî, lê yên xwedî heqîqetê bi ser ketine. Ango yên cara pêşî, nal, zîn, gem, tîr û barût peyda kirin di şer de jî bi ser ketin, lê yên xwedî heqîqet li ber wan sekinîn û ew hilweşandin. Mûsa bi heqîqeta xwe li ber Firewn sekinî. Zerdeşt, Muhammed û Brûno bi heqîqetê sekinîn. Girseyên mirovan dan pey xwe û meşiyan.
Dewleta Tirk a xwedî mejiyê qirker û înkarker, bi teknîkê hewl dide gelan, bîr û baweriyan bipelixîne. Li hemberî vê, sîleha herî xurt a di destê gelan de heqîqet e. Lê divê heqîqet xwe bi zar û ziman, bi dest û pê bike. Naxwe heqîqet tenê bi serê xwe bi bandor nabe. Dewleta Tirk 24ʼê Tîrmehê dixwaze deriyê Dêra Ayasofyayê weke mizgeft veke û bi vî awayî bibêje, “Ez li sînorên serdema osmanî vedigerim.” Bi vî awayî jî Bakur û Rojhilatê Sûrî, Rojava û Başûrê Kurdistanê, Lîbyayê û Yemenê dixe hedefa xwe ya dagirkirinê. Bi çavê fethê li meseleyê dinêre. Lewma jî çeteyên xwe bi zêhniyeta xenîmet û talanê perwerde dike. Seba vê jî hinek îmamokên xwe derdixe televîzyonan û qala cariyeyan dikin. Bingehê dagirkeriya xwe bi navê fethê amade dike, serjêkirina mirovan rewa nîşan dide. Di hevsengiya Rojhilat û Rojava de jî cambaziyê dike. Geh sist dikin, geh dişidînin.


Ev dewleta înkarker û qirker ber li xwe fireh kiriye. Bi armancên emperyal hewl dide lêçûnên şer jî ji deverên dagirkerî temîn bike. Em vê li Rojava û Başûr, Lîbya û Derya Spî dibînin. Ji bo ev dewleta dagirker û mêhtinger di vî bereyê fireh de biçike û bist bibe, divê têkoşîneke berfireh li dijî were meşandin. Hingê wê di vî bereyê fireh de bişkê û bimîne. Ji bo vê jî tifaq û vehewîna hêzên li van bereyan girîng û diyarker e. Dewlemendiya awa û amûrên têkoşîn û berxwedanê jî li ser encamê wê bi bandor bin. Ti tişt ji heqîqeta gelan û civatan mezintir nîne. Ya girîng ew e, ev heqîqet xwe bi rêxistin û gurçûpêç bike, bi wêrekî û culhet bi ser tariyê de biçe. Zû dereng bivênevê wê heqîqet weke rojê hilê.

parvê bike

Rêşad SORGUL

Nivîsên Rêşad SORGUL

Bi ruhê Kobanê
27 Çileyê

Qorekî rast
13 Çileyê

Xirab ketiye!
23 kanûnê

Kirasguhertin
16 kanûnê

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.