Têkoşer azad dibin

Aysel AVESTA nivîsand —

Duşem 13 Îlon 2021 - 14:34

Parastin ji bo her zindiyekî/ê mafekî xwezayî ye.Her zindiyek di xwezayê de mekanîzmaya wê ya parastinê heye û ev yek ji şertên jiyanê yê bingehî ye. Her zindî ji bo di gerdûnê de bijî, pêwîst e ji xwe re derfetên jiyanê ava bike. Ji ber ku ti zindî, ji xwezayê qut nikare bijî. Di mirov û hemû zindiyan de wekî taybetmendî reflekseke xwe dide der. Rêber Abdullah Ocalan vê rastiyê mîna ramangeriya gulê bi navdike. Striyên gulê, gulê dikin gul û dihêle ku gul xwe biparêze. Ev bi rengekî felsefîk, biyolojîk û sosyolojîk jî weha ye. 

Desthilatdariya mêr ku ev 5 hezar sal in, xwe li ser bedena jinê bi pergal kiriye, xwe wekî ewrekî reş li dil, hest, raman û bedena jinê pêçaye.

Jinan jî di dîrokê de ji bo ku karibin koletiya bi hezaran salan hilweşînin û bigihêjin azadiya xwe, bi gelek rêbazan li ber xwe daye û hewl daye xwe biparêze. Ji bo her gel û neteweyî, bi taybetî ji bo jinan ji nan û avê zedetir, pêwistî bi vê mekanizmeyê heye. Civakek çiqasî hêza xwe ya parastinê hebe, ew qasî azad e. Di nava civakan de yên herî zêde bêparastin hatî hîştîn, ji mafê xwe yê jiyanê bê par hatî hîştin, bêgûman jin in. Pergala zilamsalar a desthilatdar bi her awayî jin xistiyê bin bandora xwe û ji bo berjewendiyên xwe ew bi kar aniye. Pirr jinên ku xwestine mafê xwe yê parastinê bi kar bînin, hatine tinekirin.

Jinên Kurd ji bo tola salan ji serdestan hilînin, li gel paşverûtiya civakê li hemberî zêhniyeta ku di her fersendê de dijminatiya wê dike, şer da destpêkirin. Ev şer di serî de li hemberî koletiya hezarên salan hat kirin. Meydanên ku lê hatibûn qedexekirin, wê bi têkoşînê yek bi yek bi dest xistin.

Jinên Kurd bi salan e li çar hêlên welêt û serê çiyayên azad, bi hişmendiya "Yên ku têdikoşin, azad dibin, yên azad dibin bedew dibin û yên bedew jî têne hezkirin" ji bo azadiya jina Kurd û ji bo azadiya gelên bindest berdêlên giran didin, û bûne çavkaniya îlhamê. Bi vî awayî gihîştine rastiya jinê û hêza têkoşîna wê derxistine holê. 

Ev berxwedana ji çiyayan dest pê kir, ber bi gund û bajaran ve di nava her beşa civakê de belav bû. Di her şer û pevçûnê de jina ku weke xenîmet dihat dîtin, xwe ji nû ve afirand û kir hêz. Mînaka vê ya herî şênber jinên Êzîdî ne. Di fermana 73´yan a Şengalê de çeteyên DAIŞ'ê êşên herî mezin bi jinan da kişandin. Ji bo serwerkirina pergala xwe ya qirêj, xeleka herî lewaz jin hilbijartin. Lê  jinan ji êş û azarên xwe ders derxistin û di serî de hêza parastinê, li her warî rêxistina xwe ava kirin û tola xwe hiltînin.

Niha Talîbanê jî bi heman hişmendiyê li hemberî jinên Efxan şerekî qirêj daye destpêkirin. Piştî serweriya Talîbanê li Efxanistanê, jiyan li jinan bûye dojeh. Li hemberî vê zêhniyetê, lazim e jinên Efxan jî ji ezmûnên têkoşîna jinên  Kurdistanê ya salan sûdê wergirin û hêza xwe ya rêxistinî û parastinê ava bikin. Pêwîst e jin karibin di warê rêxistinî, birdozî, jiyanî û leşkerî de hîn bêhtir xwe bi hêz bikin.

Ji bo ku xwe bi hêz bikin, ji bo ku xwe li gorî şertên dîrokî û yên îroyî zana bikin û ji bo ku di aliyê fikrî û fîzîkî de xwe bi parastina cewherî li hemberî êrişan biparêzin û ji bo ku bi xwe bibin xwediyê biryara jiyana xwe, divê hêza wan ya parastinê hebe. Rêya parastina vîna azad, welatê azad û jiyana azad rêxistinî û hevgirtin e.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.