Derket holê ku Sumeran beriya mîladê bi 2 hezar salan, li bajarê kevnar ê Sumeran Girsuyê - îro nêzî bajarê Nasiriye yê li Başûrê Iraqê ye - kanalên avê çêkirine û van kanalan şaristaniya wan ji nemanê rizgar kiriye.
Li gorî encamên kolanên arkeolojîk ên dawiyê ku tîmeke ser bi British Museum ve bi rê ve dibe, ew avahî û şûna avahiyan ku di salên 1920´an de weke “perestgehên ecêb” hatibûn şirovekirin, esas cokên avê ne da ku erd û zêviyên dûrî çem bên av dan. Yanî Sumeriyan li Girsuyê ev cokên avê weke “mekîneyeke li dijî hişkesaliyê” ava kirine,
Ebru Torun di nava tîmê British Museum a li Iraqê de weke mîmar û parêzvana berheman kar dike, ew dibêje, “Ev bê nimûne ye. Ti nimûneyên wê yên din di dîrokê de nînin. Bi rastî jî, heta roja me ya îro jî.” Lewma ev cok di heman demê de ji bo tedbîra li hember lehiyê jî bi kêr hatine.
Ebru Torun bi kela canê xwe wisa dibêje, lê esas teknolojiyên bi vî rengî di sedsala 18´an de hêdî hêdî derdikevin holê; ji bo serdema kevnar helbet bê nimûne ye û hizrên li ser şaristaniya Sumeran jî wê ji binî ve biguhere.
NAVENDA NÛÇEYAN