Têkiliyên DYE-Çînê 'nerm' dibin!

Nûçeyên Cîhan

Duşem 10 Tîrmeh 2023 - 00:44

  • Janet Yellen dibêje, têkiliyên DYE û Çînê êdî xwedî 'bingehên xurt in'.

Wezîra Xezîneyê ya DYE'yê Janet Yellen piştî serdana çar rojan a li Pekînê, diyar kir ku têkiliyên DYE û Çînê êdî xwedî 'bingehên xurt in'.

Di navbera Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û Çînê de lihevnekirin pêk hat; Wezîra Xezîneyê ya DYE´yê Janet Yellen piştî serdana Çînê ya çar rojan 'xweşbîniyeke bi biryar' nîşan da.

Serdana Yellen roja Pêncşemê dest pê kir. Yellen di serdanê de tevî Serokwezîr Lî Qîang bi gelek payebilindên hikûmetê re hevdîtin kir.

Yellen roja Yekşemê li Sefaretxaneya Bilind a DYE'yê civîneke çapemeniyê li dar xist û got, "Bi giştî di nava du rojan de deh saetan me hevdîtinên dualî kirin. Ji bo têkiliyên navbera DYE û Çînê li ser bingehên xurt bêne rûniştandin, bawer dikim ku ev hewldanên me gaveke ber bi pêş ve ne."

Yellen sala 2021'ê dest bi wezîfeyê kir û ev cara pêşî ye ku diçe serdana Çînê. Çend hefte beriya vê serdanê, Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Antony Blinken serdana Çînê kiribû. Hevdîtin, weke niyeteke rêveberiya DYE´yê ya Joe Biden a ji bo aramkirina têkiliyên DYE û Çînê hatibû nirxandin.

Ajansa nûçeyan a fermî Çîn a Nû jî ragihand ku di hevdîtina Janet Yellen û Alîkarê Serokwezîr He Lîfeng de ji bo 'xurtkirina hevkarî û têkiliya li ser rûbirûbûna zehmetiyên global' lihevkirin pêk hatiye.

PEKÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.