Tecrîd û êrişên kîmyewî kirin rojev

Nûçeyên Dîaspora

Çarşem 15 Kanûn 2021 - 22:12

  • TCŞ’ê yekemîna  “Meşa Dirêj a Parîsê” li dar xist. Doh li ser navê TCŞ’ê Çekdar Serhed got, “Meşa me ya ber bi Rêberiya Azad, Kurdistana Azad ve wê her dewam bike”.

JIYAN AZAD / PARÎS 

TCŞ’ê yekemîna  “Meşa Dirêj a Parîsê” li dar xist. Doh li ser navê TCŞ’ê Çekdar Serhed got, “Meşa me ya ber bi Rêberiya Azad, Kurdistana Azad ve wê her dewam bike”.

Ciwanên ku aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ên li Ewrûpayê, Meşa Dirêj a Parîsê bi dawî kir. Roja pêşî ciwan 12 kîlometroyan, roja diduyê 14 kîlometroyan, doh jî 13 kîlometroyan meşiyan û li Gringyl meşa xwe bi dawî kirin.

TCŞ û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TêkoJIN) bi dirûşmeya “Em Hemû Şervanên Azadiyê ne, Werin Cenga Azadiyê” di navbera banliyoyên Parîsê de 3 rojan meşiyan.

Ciwan doh berê sibehê li Navenda Çandê ya Cegerxwîn a li Villeneuve Saint Georgesê civiyan û dest bi meşê kirin. Ciwanan di dema meşê de li ser tecrîdê û êrişên bi sîlehên kîmyewî agahdarî belav kirin. 

Di roja dawî de li ser navê TCŞ’ê Çekdar Serhed got,“Ev yekemîna meşa me ya 3 rojan, esas destpêka wê meşa me ya dirêj e ya ku pê em berê xwe didin azadiya Rêbertiya xwe û çiyayên Azad. Di kongreya xwe ya li Ewrûpayê de em gelekî li ser rojevên xwe yên sereke tecrîd û êrişê bi sîlehên kîmyewî sekinîne, çerxa me ya helwêsta girseyî ya li dijî van bi meşa me xurttir bû û ciwanan karî van bixe rojeva Ewrûpayê.”

40 hezar belavok

Aktîvîstê TCŞ’ê Mawa Torî ji me re got, “Ewrûpa ji çar parçeyên Kurdistanê qut nîne. Em dizanin destpêka siyasetên dagirkirina Kurdistanê, gelek ji sîlehên diçin Kurdistanê ji vir diçin û li vir girseyeke me ya mezin jî heye. Me di nava 3 rojan de qederê 20 hezar belavokan belav kirin û qederê 40 kîlometreyan meşiyan. Me kolan bi kolan behsa heqiya têkoşînê kir. Xelkê vir razîbûneke pirr xweşik nîşan da. Beşdariyeke înternasyonal a mezin jî çêbû.”

Êrişên faşîstan

Mawa Torî wekî din behsa êrişên faşîstan jî kir: “Li ser rê, hewldanên êrişên faşîst ên li dijî me jî hebûn. Lê ji ber ku em ji armanca meşê agahdar bûn, me destûra provokasyonan neda. Me giliyê hewldanên provokatîf jî kir.”

Mawa Torî di dawiyê de jî got, “Malbatên me yên welatparêz hevalên me bi germî pêşwazî kir. Ev meş ji bo tevahiya hevalên me bû çavkaniyeke moral û motîvasyonê. Ev Meşa Dirêj a Parîsê wê êdî bibe rêûresmek.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.