Tecrîd êrişa tinekirinê ye

Çarşem 25 Çile 2023 - 00:07

  • Kalkan got, bi şêweyê sîstema Îmraliyê ev 24 sal in bêbextiya navneteweyî dewam dike û tecrîda girankirî jî esas êrişa tinekirinê ya komployê ye: Êrişeke bi armanca îmhakirinê ye. Ya rastî, êrişa îmhaker di nava şert û mercên Îmraliyê de bi şêweyê tecrîdê dewam dike.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Dûran Kalkan beriya salvegera 24'an a Komploya 15'ê Sibatê axivî û got, komplo niha bi sîstema êşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê dewam dike. Dûran Kalkan tevlî bernameyeke taybet a kanala televîzyonê ya Medya Haberê bû. Wî tecrîd, û êrişa komployê nirxand.

Kalkan bi bîr xist ku tecrîd bi rengê heyî yê mutleq dewam dike û got, “Tecrîda girankirî, êşkence di nava sîstema qirkirinê ya Îmraliyê de dewam dikin. Parêzeran diyar kir ku cezayekî nû yê dsîplînê hatiye birrîn. Ya rastî, cezayê dsîplînê beşek ji pîlaneke demdirêj e. Me beriya niha gotibû, ev yek amadekariyek e ji bo sala 25'an. Em bibêjin, ew jî piştî sala 15'an tê nirxandin. Niha rewşa li Îmraliyê dikeve sala 25'an, piştî mehekê. Bi vî rengî dibe, çaryek sedsal. Lewma kî çi dike bila bike pêwîstî bi jinûve nirxandinê heye. Mînak, CPT piştî ewqas hewldanan, daxuyaniyek da. Çend roj in em difikirin bê çawa binirxînin. Daxuyaniyeke welê dan ku daxuyaniyeke nedayina agahiyan bû.

Rêber Apo gotibû, ´Êdî qanûnên Îmraliyê hene. Ev hemû li ser her kesî tên bicihanîn. Ez ji bo xwe tiştekî nabêjim, lê ji ber vê, wê bi sedan, bi hezaran mirov mexdûr bibin.´ Jixwe rewşeke bi wî rengî heye.

 

Berxwedana parlamenteran girîng e

Çalakî hatin lidarxistin, dewam dikin. Berxwedana gel baş e. Berxwedana parlamenteran girîng e. Rojevek jî hate afirandin. Diyar bû ku tiştekî nû, rojevek dikare bê afirandin. 

Ewqas bêhiqûqî, zext, tecrîda girankirî, zilm rastiya sîstema Îmraliyê nîşan didin. Îmrali sîstemeke qirkirinê ye. Lewma êrişa komploya navneteweyî ya ji bo pêkanîna qirkirinê hate kirin, dewam dike. Bi şêweyê sîstema Îmraliyê 24 sal in dewam dike. Tişta jê re tecrîda girankirî tê gotin, êrişa tinekirinê ya komployê ye. Êrişeke bi armanca îmhakirinê ye. Ya rast êrişa îmhakar di nava şert û mercên Îmraliyê de bi şêweyê tecrîdê dewam dike.”

 

Xeta welatparêziya bi rastî

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Dûran Kalkan got, diyar e di şexsê sîstema êşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê de qirkirin li gelê Kurd tê ferzkirin. Kalkan got, Kurdên welatparêz jî bi rêbazên dijwar bersiva vê siyasetê didin, ev xeta welatparêziya bi rastî ye û çalakiyên şehîdên Xeleka ji agir jî wiha nirxandin: “Dibêjin, PKK sûcdar e, Kurd sûcdar in. Binihêrin tiştên bi vî rengî dikin. Tu tenê dema ku rewşeke bi vî rengî dibe ji Kurdan re dibêjî Kurd. Ji bilî vê dibêje, Kurd nîne, hebûna wan nîne, azadiya wan nîne. Tu jiyanekê ji wan re nas nake. Cihê gorê jî nadî Kurdan, hestiyên wan jî nahêlî, nirxekî nahêlî. Mirov hebûna xwe tenê bi van rêbazan neçar dimînin nîşan bidin. Divê ev sîstema zilmê bê dîtin.”

 

PKK helwêsta CPT´ê sivik dît

Duran Kalkan helwêsta CPT´ê ya piştî çûna Îmraliyê jî nirxand û got, “Bi rastî em gelekî li ber helwêsta CPT´ê ketin. Pirr bi sivikî nêzîk bû. Em tiştekî ji wan hêvî nakin, lê belê tiştekî bi vî rengî qet nekiribûna baştir dibû. Yanî çarenûsa gelekî, vî gelî li dijî DAIŞ'ê şer kir, ev gel dixwaze bi biratî, wekhevî û azadî bijî. Ev erzaniyeke çawa ye? Zext dibe, mêtingerî dibe, serwerî dibe mirov dikare van fêhm bike, lê belê divê mirovahî ewqasî neyê binpêkirin. Nirxên mirovahiyê divê ewqasî neyê xistin. Ev jî bi navê demokrasiyê, hiqûqê, edaletê tê kirin. Divê dest ji van nêzîkatiyên nixumandinê bê berdan. Di rewşa heyî de rastî bêhtir eşkere bû. Hefteya dawî, beriya wê parêzeran dixwest biçin, çalakiya parlamenteran hebû, li derveyî welat hin rewşenbîr, hiqûqnas û derdorên hiqûqê daxuyanî didan, li ser zext û qirkirina li Îmraliyê. Xwestin ku bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin. Gelê Kurd li Kurdistanê û derveyî welat tevî dostên xwe li ser piyan bû. Veysî Taş û Mehmet Akar bi çalakiya xwe nîşan dan ku asta rewşê gelekî dijwar e. Wan di asta herî bilind de xwe gihand Rêbertiyê.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.