Tecrîd dewamkirina pirsgirêkan e

Duşem 20 Mijdar 2023 - 00:35

Ev 2 sal û 7 meh e ji Rêber Abdullah Ocalan, agahî nayên wergirtin. Li dijî tecrîdê û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan di 10`ê Cotmehê de li Strasborgê pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” dest pê kiribû. Pêngav li 74 navendên cîhanê bi awayekî hemwext hat ragihandin. Tevlîbûna gelan û kesayetên navdar li Kurdistanê û li 6 parzemînên cîhanê dewam dike.

Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Siyamend Mûînî derbarê pêngavê de axivî.

Siyamend Mûînî pêngav wek “giranbuha û binirx” bi nav kir û got:“Divê mirovahî û gelên cîhanê xwedî lê derkevin û li gorî pêvajoyê tevbigerin. Ji bo fêmkirina sedemên dîlgirtin û tecrîda giran a li ser Rêber Apo, divê rol û kesayeta Rêbertî di nava guhertinên di serdema neolîberalîzmê de bê şîrovekirin û fehmkirin.”

Mifteya çareseriyê Rêber APO ye

“Rêber Apo bi paradîgmaya azadiyê ji tevahiya gelên bindest û gelê Kurd re çareseriyê derdixe holê.” bi van gotinan Mûînî diyar kir ku ev paradîgma ji aliyê hêzên hegemon ve wek astengî hatiye dîtin û got: “Komploya Navneteweyî li dijî Rêber Apo ji ber wê hat kirin û Rêber Apo xistin zindanê. Di pêvajoyên kaosê de jî nahêlin Rêber Apo nêrîn û ramanên xwe bîne ser ziman, ji ber wê tecrîdê girantir dikin. Li dijî vê tecrîda dermirovî cîhan xwe kor, ker û lal dike.”

Siyamend Mûînî destnîşan kir ku mifteya çareseriyê Rêber Abdullah Ocalan e û got:“Rêber Apo bi rêya nexşeya xwebirêvebirina demokratîk di bin sîwana konfederalîzma demokratîk de, çareseriyê dide hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn û derî li pêşiya qeyranan digire. Ji ber wê neteweya demokratîk li hemberî sîstema ku ji aliyê kapîtalîzm û netewedewletê ve hatiye bicihkirin, çareseriya herî guncav e. Ji ber wê azadiya gelê Kurd û gelên herêmê bi têkoşîn û felsefeya Rêber Apo ye. Azadiya Rêber Apo û pratîkkirina paradîgma wî mifteya çareseriya hemû qeyranên Rojhilata Navîn e. Ji ber wê domandina tecrîdê, domandina dagirkerî, tundî, mezinbûna pirsgirêkên gelan, jîngeh û jinan.”

ANHA/CÎHAN BÎLGÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.