Tecrîd dewama şer e

Şemî 27 Çile 2024 - 04:55

  • Parêzeran ji bo bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin, serî li wezareta dadê da. Ji wan, Mehdî Zana Kaya got: Heta ku tecrîd hebe, şer jî wê hebe û wê mirov jî bimirin. Lewma rabûna li ber tecrîdê, mafê aştiyê ya civakî ye.

Girtiyên azadiyê yên li girtîgehên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, bi daxwaza şikandina tecrîdê û azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin û çalakiya girtiyên azadiyê 62 roj li pey xwe hiştin. Herwiha malbatên girtiyan jî, ji bo piştgiriyê bidin zarokên xwe, li Amed, Wan, Mêrdîn, Stenbol, Edene, Izmîr, Mêrsîn û Enqerê dest bi Nobeta Edaletê kirin û çalakiya dayik û malbatên girtiyan jî bi biryardarî dewam dike. Eleqeya ji Nobeta Edaletê jî gelekî zêde ye.

Herî dawî hezar û 330 parêzeran ji bo bidawîbûna tecrîdê serî li Wezareta Dadê da, wan xwest hevdîtinê bi Rêber Abdullah Ocalan re bikin. Yek ji van parêzeran endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Mehdî Zana Kaya ye. Ew têkildarî sedema miracaeta xwe ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Kaya got, armanca tecrîdê ew e ku Rêber Abdullah Ocalan ji civakê bê dûrxistin û bal bire ser qedexekirina hevdîtina bi malbatê û parêzeran re û helwêsta CPT'yê. Kaya anî ziman ku hemû krîzên civakî, siyasî û aborî yên li welêt, bi tecrîda li Îmraliyê ve girêdayî ne û got, sedema vê yekê jî ew e desthilat dixwaze meseleya Kurd bi şer çareser bike û got,“Her kes bi helwêsta muxatebiyê ya birêz Abdullah Ocalan a di çareseriya meseleya Kurd de dizane. Em vê rastiyê jî dizanin ku bi milyonan kes dibêjin, 'Rêberê min Abdullah Ocalan e'. Dema ku pêvajoya diyalogê bi Ocalan re nebe, şer rû dide. Ji bo şer aboriyeke mezin tê xerckirin. Ji ber vî şerî gel xizan e û betaliyeke mezin heye." 

Ev mesele tenê ne ya Kurdan e 

Kaya, bi bîr xist ku li seranserê Tirkiyeyê 775 parêzerên li 29 baroyên cuda qeydkirî û paşê ji 22 welatên cuda, bi taybetî jî ji welatên Ewropayê 350 parêzer û ji Rojhilata Navîn 756 parêzer û herî dawî jî di çileyê de ji 35 baroyan hezar û 330 parêzeran serî li Wezareta Dadê dane û got ku ji bo şikandina tecrîdê hewldanên bi vî rengî girîng in. Kaya anî ziman ku li gel hewldanan hemûyan jî rayedar bêdeng mane û got, “Bêdengiya bi vî rengî ji ber polîtîkbûna darazê ye. Saziyên din hemû, bi taybetî jî daraz di bin zextên desthilatê de ye. Em bawer dikin ku gava dest ji rêbazên şer bê berdan, wê Rojhilata Navîn bibe warê jiyanê. Ji bo vê em difikirin ku divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk were. Ev rewş ne tenê pirsgirêka Kurdan yan jî muxalefetê ye. Me dît ku di van demên dawî de gelek leşker mirin. Heta ev rewş bidome wê şer jî bidome û mirov bimirin. Lewma rabûna li ber tecrîdê mafê aştiyê yê vê civakê ye. Divê her kes ji bo vê têbikoşe.”

Divê hunermend ne li gel zilmê bin

Nivîskar, hunermend, muzîkjen, lîstikvan, dengbêj û ressam jî di nav de 571 kesan di 7'ê Çileyê de li Amedê û li Stenbolê deklarasyona "Em ji bo aştiyê bibin dengek" ragihandin. Di deklarasyonê de doza çareserkirina meseleya Kurd, rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna aştiya civakî hat kirin. Ji îmzevanên deklarasyonê hunermend Ferhat Tûnç, têkildarî naveroka deklarasyonê û armanca wê ji MA´yê re axivî û got, “Ev daxuyanî bi rastî banga bilindkirina hêviyê ye. Ji ber ku li welatê me meseleya Kurd li benda çareseriyê ye. Divê hunermend li dijî neheqiyan rabe. Ji ber vê yekê divê hunermend nebin ehlê zilmê û wê temaşe nekin. Reçeteya krîzê demokrasî û diyalog e. Û ji bo aştiyeke mayinde ji destê kê çi tê divê bike." 

Rêya aştiyê li Îmraliyê ye

Parlamenterê DEM Partiyê Onûr Duşunmez ê jî bi bîr xist ku bi milyonan mirovan bi gotina “Birêz Ocalan vîna min a siyasî ye” bi awayekî wşkere vîna xwe diyar kiriye û got:“Dewlet li bendê ye ku gel birêz Ocalan weke muxatab nebîne lê di asta em hatinê de birêz Ocalan nûnerê milyonan kesan e. Li dijî vê hewl didin tecrîdê kûrtir bikin û encamekê bi dest bixin. Lê tevî van mudaxeleyan hemûyan jî nekarîn bi gelê ku xwedî li vîna xwe derdikeve bi paş ve gavê bidin avêtin. Heke dewlet têkildarî aştiyê gavê biavêje, rêya çareseriyê û vîn li Îmraliyê ne.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.