Tarîtiya teze xeyal bikin

Nûçeyên Çand/Huner

În 21 Hezîran 2024 - 00:07

  • Çi dike Mikael Owunna? Owunna ji dêvla ku bi ronahiyê dakeve û derxe holê berê xwe dide tarîtiyê. Ew dixwaze ji tarîtiyê sûd bigire û tiştên ku em bi çavan nikarin bibînin bi rêya zeraqên “ultraviyole” nîşanî me dide.

Tarîtî ji bo gelek wênegiran ezmûneke dijwar e. Odeyeke ku bi awayekî ne baş hatibe ronîkirin dikare dîmenên wênegir xera bike.  Jixwe ku ronahî tinebe tew wênegir nikare wêneyê ti tiştî bigire. Ji lewma ahenga tarîtî û ronahiyê girînge ji bo wênegirekî. Lê ji bo hin wênegiran tarîtî tenê nabe çavkaniya hunerê wênegiriyê her wiha ew dibe malzemeyekî bi mane yê afirîner jî. 

Hunermendê multîmedya Mikael Owunna di pêşangeha xwe ya “Imagine Fresh Dakness” (Tarîtiya teze xeyal bike) de bi folklora kevnar a Efrîkayê daketiye. Ji bo karibe folklora Efrîka ya kevnar baştir bide xuyakirin bi hin rêgezên wênegiriyê jî dilîze. Wî di pêşangeha xwe de 19 wêneyên ku bi rêbazên cuda yên wênegiriyê hatine girtin nîşan daye. 

Çawa ku tê zanîn wêne an jî wênegirî axlebe ji bo ku bibîranîn zindî bimînin tên bikaranîn. Û jixwe makîne jî tiştên li ber çav digire lê tiştên ne li ber çavan nikare bigire. Lê Mikael Owunna wênegiriyê ber bi kokên wê yên etîmolojîk ve dibe. Ji Yewnana kevnar heta îro hunera fotografiyê wiha tê pênase kirin; photos (ronahî) û graphos (xêzkirin). Yanî xêzkirina bi ronahiyê. Mikeal Owunna tevî ku van pênaseyan dizane jî guh nade van tiştan û bi wêneyên ku girtine dike ku em li ser têgehên heyî yên fotografiyê careke din bifikirin. Çi dike Mikael Owunna? Owunna ji dêvla ku bi ronahiyê dakeve û derxe holê berê xwe dide tarîtiyê. Ew dixwaze ji tarîtiyê sûd bigire û tiştên ku em bi çavan nikarin bibînin bi rêya zeraqên “ultraviyole” nîşanî me dide. Yanî ew konseptên heyî yên wênegiriyê serobino dike û rêyeke cuda dineqîne ji bo ku karibe fotografiyê ji nû e şirove bike.

Vîzyoneke xeyalet

Ji bo bigihîje meqseda xwe elbet karê Mikael Owunna ne hêsan bû. Wî li bin zeraqên Ultraviyole (UV) fîgûrên tazî yên ku bedena wan hatiye boyaxkirin bi cih kir. Her wiha hin ekîpmanên nû yên kamerayê jî pêş xist da ku karibe tiştê dixwaze bigire. Wî bi van hewldanên xwe xwest vegotinên kozmolojîk ên Efrîkayî derxe holê. Yanî tiştên ku xelk nikarin bi çavan bibînin jê re bû meraq û bi vê meraqa xwe daket. Bi vî awayî xwest “vîzyonekî xeyalet” ê mirovahiyê derxe holê. 

Têgihîştineke nû ya tarîtiyê

Pêşangeha wî ya ku xelkê ber bi “Tarîtiya Teze” ve dikişîne û dixwaze bîner hin tiştan xeyal bikin. Ew tarîtiyê weke tinebûna ronahiyê nanirxîne lê tarîtiyê weke mefhûmeke ku gelek enerjiyên nexuyayî li wir in rave dike. Yanî bi van wêneyên xwe têgihîştineke nû ya tarîtiyê ava dike bi bîneran re û ji me re dibêje li ser tiştên ku nayên dîtin jî bifikirin. Di berhemên Owunna de tarîtî eynî dişibe tuwaleke ku hêz û evîna bedena reşik derdixe holê. Tiştên veşartî û tarîtiyê weke pêvajoyekê dinirxîne û bi van hizran teswîrên xwe digire. 

Xweşikiya jiyanê û ronîbûn

Mikael Owunna bi van wêneyên xwe ji bilî bedenên reşik û folklora Efrîqî ya kevnar her wiha kozmogoniyekê jî kifş dike. Yanî dike ku em li ser destpêka mirovahiyê û dinyayê bifikirin. Jixwe hin fîgûrên ku wêneyên wan girtine di heman demê de dişibin xwedawendan jî. Weke nimûne berhema wî  ya bi navê “The Flying African” (Efrîqiyê ku difire) ji wan Efrîkiyên ku zincîrên koletiyê qetandine û azadiya xwe bi dest xistine îlhamê digire. Efrîkîyên azad ên ku li welatê xwe yê azad vedigerin. Berhema wî ya bi navê “Mmadu” (Yê hatiye ronîkirin) rêûresmên Igbo’yan temsîl dike ku ew xelkekî Nîjeryayî ne. Mikael Owunna dibêje; “Li vê kozmolojiyê xweşikiya jiyanê ewe ku mirov ruhê prîmîtîf ê xwedayê Igbo yê bi navê Chukwu fam bike. Kesên ku wî fam bike bêhtir hay ji tiştan çêdibe, yanî di warê ruhî de ronîbûnê dijî.”

Pêşangeha “Imagine Fresh Darkness” heta 29’ê Hezîrana 2024’an li “Blue Sky Gallery” a Portland a Emerîkayê tê nîşandan. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.