Talîban bi Talîbanê guhertin

Seevan SAEED nivîsand —

Sêşem 21 Îlon 2021 - 08:30

 

Gava em li rewşa sed salên bihurî ya Efxanistanê dinêrin, girîngiya vî welatî li navbera Împeratoriyên Inglîz û Rûs de weke dîwarekî, herêmeke tampon hatiye dîtin. Lê di dema şerê sar de jî ev welat bû weke meydana şer û tesfiyekirina hesabên di navbera Yekîtiya Sovyetê û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) de. 

Esas, yek ji sedemên sereke yên ku kir Sovyet hilweşe, şerê Efxanistanê bû. Du tiştên ku hem zelal û hem ji girîng in ku em bi wan zanibin ev in: ji 40 salan zêdetir e ku ev welat ji îro baştir, aramtir û biîstîqrartir nebûye. A diduyê jî ew e ku grupên cuda yên siyasî, olî û malbatî di nav welat de ti caran demokratîk, mirovdost û nerm nebûne û ti grûpên wisa nînin jî. Şer û arîşe, binpêkirina mafên mirovî, herdem bi avayekî hûr û kûr li vî welatî hebûne. 

Piştî 20 salan, li ser navê jinavbirina terorê - yan jî şerê li dijî terorê - bi milyonan mirov koçber bûn, hatin kuştin, û jiyana wan a normal talan û wêran bû. Wan 20 salan, Talîban weke terorîst hesibad. DYE´yê 2 trillion dollar pere mesref kirin, 4 serokên DYE´yê guherîn, 5 hezar Eskerên NATO´yê hatin kuştin; niha dîsa Talîban bi Talîbanê guhertin. 

Maneya vê çi ye; Emerîka û planên wê ji bo sekinandina terorê, yan dereweke mezin bûn; yan jî şikestek, feşeleke mezin bû. 

Zemanekî DYE´yê alîkariya Mucahidînên Efxan dikir li dijî Sovyetê. Wî zemanî terorîst nedihatin hesibadin. Piştî ku El-Qaîde û Mucahidên Ereb li Efxanistanê bi cih bûn, êdî hemû bûn terorîst. Gava ku Talîban çêbû, dîsa terorîstên Efxan ên wekî Rebbanî û Seyyaf ên Şah Mesûd bûn xebatkar û Talîban bû terorîst. Niha dîsa ew bûn terorîst û Talîban bûye hêzeke niştimanî û xwedî welat, qanûn û rewabûnê. 

Niha em dipirsin, gelo teror çi ye? Çi bû û niha çawa ye?

Ez bawer dikim ku terror çemkeke, têgeheke plastîk e ku bi dilê DYE´yê û hêzên dinyayê tê kişandin, kurt û dirêjkirin. Her gava dixwazin, nav û tohmeta terorê li ser kes, grup û gelên cuda dixin. Teslîmbûna Talîbanê qebûlkirina wê planê ye ku dewletên mezin dixwazin, ev bûye sedema vekirina rê li pêşîya wan. Ne xem e ku Talîban 1000 caran wehşî û bê rehmtir be li jinan û zarokên bêguneh. A girîng ew e ku Talîban li bin sîwana berjewendiyên dewletên mezin de bimîne û di şerên qirêj ên navbera dewletên Çîn û DYE´yê de xizmetê bike. Ez dikarim bi kurtasî Talîbana îro bişibînim Xumeyniyê beriya bi 40 salan. Di navbera rojhilat û rojava de Xumeynî xwe bihêz kir û dewleteke terorîst ava kir. Niha jî di navbera Çîn û DYE´yê de, Talîban hêdî hêdî xwe bi hêz û desthilat dike. Divê mirov baştir û berferehtir behsa vê meseleyê bike, lê ne li vir. Pirsa min a dawî ku vekirî dihêlim, ev e: Piştî şikestina Sovyetê, DYE û NATO´yê li Afxanistanê di 40 salên buhuri de, gelo Çîn wê heman şaşiyê bike? yan bi avayekî cuda nêzî krîza terorê û Efxanistanê bibe? 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.