- Li Îtalyayê qehwe girîng e. Gelek kes ji vexwarina qehweyê hez dikin, nexasim jî ew espressoyê tercîh dikin.
Li Îtalyayê qehwe girîng e. Gelek kes ji vexwarina qehweyê hez dikin, nexasim jî ew espressoyê tercîh dikin. Hunermend Giulia Bernardelli jî wek gelek kesên Îtalî ji qehweyê hez dike, lê ew di heman demê de qehweyê ji bo hunerê xwe jî tercîh dike û bi qehweya ku dirijîne ser kaxizê tabloyên hunerî çêdike.
Bernardelli ji bo hunerê xwe ji qehweyê îlham digire û ev hewasa wê ya ji bo qehweyê bi awayekî tesadûfî dest pê dike. Rojekê gava ew li stûdyoya xwe dixebite, qehweyê dirijîne ser tabloya ku li ser dixebite. Ji dêvla ku qehweya rijandî paqij bike wê bi kevçiyekî qehwe belav kiriye û bi vê qehweyê tablo çêkiriye. Giulia Bernardelli, di jînenîgariya xwe ya hesabê Instagramê de gotiye, “Siberoja min gava ez sibehan şiyar dibim, dest pê dike. Ez her roj di jiyana xwe de ji bo xwe tiştên afirîner kifş dikim.”
Bernardelli ji bo van wêneyên xwe yên ji qehweyê firçeyê bi kar naîne, li şûna wê ew kevçî bi kar tîne. Her wiha ew bi darikên derbikê jî dixebite û hûrgiliyên tabloyan bi vî awayî derdixe holê. Wê heta niha gelek ji van resman çêkirine. Lê ew bêhtir bala xwe dide şaheserên di dema ronesansê de hatine çêkirin. Wê tabloyên Mona Lisa, Çêbûna Adem û Venûs çêkirine.
Giulia Bernardelli yan jî “hunermenda qehweyê” ji bilî qehweyê ji fêkî zebzeyan jî wêneyan çêdike. Her wiha wê ji berfeşîra helandî jî tablo çêkirine û di vî warî de afirîner e.
NAVENDA NÛÇEYAN