Tabloyeke nû ya Caravaggio hat dîtin

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 10 Nîsan 2021 - 01:59

Li peytexta Spanyayê Madrîdê, firotina tabloyekê hate betalkirin û hat îdîakirin ku ev tablo ya şêwekarê navdar, Michelangelo Merisi da Caravaggio ye. Di serî de li Mala Mezatê ya Ansorena ya li Madrîdê ev tablo bi 500 euroyî dê bihata firotin, lê piştî îdîayê, wisa tê texmînkirin ku buhaya tabloyê nêzî 150 milyon euroyî be.

Wezareta Çandê ya Spanyayê da zanîn ku ev tablo bi şêweya “Ecce Homo” hatiye çêkirin. Ew yek ji wan figûrên Hz. Îsa yê sedsala 17’an e. Her wiha hat gotin, berê tabloyê 111santîmetro ye û bilindahiya wê jî 86 santîmetro ye. Tablo bi boyaxa zeytî hatiye rengandin. 

Li hêla din jî pisporên huner ên Îtalyayê derbarê vê îdîayê de got, “Ev tablo ya Hz. Îsa ye. Hemû şopên ku bibêjin, ew berhemeke Caravaggio ye tê de xuya ne. Heger ev îdîa rast be, ev yek dê di jiyana Caravaggio de bibe rûpelekî nû.”
Şêwekarê navdar Caravaggio di sala 1610’an de di 39 saliya xwe de jiyana xwe wefat kiribû. 

MADRÎD

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.