Tabloya Cezanne êdî ya xelkê Îrlandayê ye

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 15 Gulan 2023 - 04:26

Tabloyê bi navê “La Vie des Champs” (Jiyana li nav zeviyan) ya şêwekar Paul Cezanne piştî 27 salan, li Îrlandayê tê nîşandan. Tablo herî dawî sala 1996’an li Emerîkayê di pêşangehekê de hatibû nîşandan.

Wezîra Turîzm, Çand û Huner a Îrlandayê, Catherine Martin da zanîn ku wan tabloya Paul Cezanne ya ku hunermendî sala 1877’an çêkiribû, kirriye û tablo dê li “Muzeya Neteweyî ya Îrlandayê” li dîtina xelkê vekiribû. Wezîr Catherine Martin got, “Paul Cezanne yek ji wan şêwekarên Sedsala 20’an ê herî bi tesîr e. Wî îlham da kesên weke Picasso, Matisse û gelekên din. Ji îro û pê ve tabloya ‘La Vie des Champs’ ya xelkê Îrlandayê ye û dê bi awayekî bê pere li muzeyê were nîşandan.”

Paul Cezanne sala 1839’an li Fransayê ji dayik bû û şiroveyên wî yên di warê resmên razber de girîng in. Cara ewilî, wî resmên razber kifş kirin û pêşengiya wan kir. Di berhemên xwe perspektîfeke nû bi cih kir. Şêwekarê navdar Henri Matisse jî ji bo wî gotibû; “Cezanne bavê me hemûyan e” û îşaret bi tesîra Cezanne ya li ser şêwekarên pişt wî, kiribû. 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.