Swîsre xebero dişopîne

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 12 Kanûn 2022 - 02:23

SERKAN DEMÎREL/ANF/BERN

 

Konseya Federal a Swîsreyê ragihand ku ew mijara êrişên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk dişopînin. Konseyê diyar kir ku êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Rojava jî ne li gorî hiqûqa navneteweyî û şertê Neteweyên Yekbûyî ne.

Konseya Federal a Swîsreyê bersiv da pêşnûmapirsên Parlamentera Partiya Sosyalîst a Parlamena Neteweyî, Claudia Friedl û ji Keskan Nikolas Walder ên li ser êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî û êrişên dagirkeriyê yên li dijî Rojava.

Konseya Federal ku ji rêveberiya welêt berpirsyar e, ev bersiv da: "Wezareta Karên Derve ya Federal a Swîsreyê bi meqamên Tirk re di nava têkiliyê de ye. Wezaretê piştî van êrişên hewayî yên Tirkiyeyê ku ne li gorî hiqûqa navneteweyî û şertê Neteweyên Yekbûyî ne, fikarên xwe tavilê anîn ziman. Bang li Tirkiyeyê hatiye kirin ku di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de erkên xwe bi cih bîne û çi dibe bila bibe rê nede kuştina sivîlan. Swîsre weke welatê malovan ê hevdîtinên li Cenevreyê, ji bo piştevaniya li aştî û ewlehiya li herêmê bi rengekî dualî û piralî bi rengekî çalak dixebite.

Hasilî, Swîsre û partnerên wê, mijara têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî dişopînin, îdîa hene ku dibêjin, Tirkiyeyê çekên kîmyewî bi kar tîne. Swîsre bi taybetî baweriya xwe bi pozîsyona Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ya li dijî van tohmetan tîne."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.