Sûriyeyiyên li Tirkiyeyê dikin çete

În 26 Tîrmeh 2024 - 00:47

Navenda Belgekirina Binpêkirinan agahiyên nû parve kirin bê ka dewleta Tirk a dagirker çawa Sûriyeyiyan neçar dike bibin çete. Li gorî navendê, desthilata Tirk gefê li Sûriyeyiyên ki Tirkiyeyê dixwe ku bibin çete, heke na dê wan vegerîne Sûriyeyê. Li gorî çavkaniyan, desthilata Tirk beriya 2 mehan ferman daye serçeteyên xwe ku Sûriyeyiyan amade bikin da ku di şerê li dijî gerîla de bi kar bîne. Li gorî agahiyên ku berê hatine bidestxistin, gelek çete gihaştine baregehên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê. Li gorî agahiyên ku gerînendeyê Navenda Belgekirina Binpêkirinan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mistefa Ebdî parve kirine, çete li Tirkiyeyê ketine dewreyên teorîk ên girtî û careke din vegeriyane Sûriyeyê û li navenda "Til Hewa" ya li bakurê Helebê hatine bicihkirin.

Ebdî diyar kir ku desthilata Tirk ji bo ku zexta li ser desthilata xwe kêm bike, sûriyeyiyan bi kar tîne, nemaze ku pêla nîjadperestiyê li dijî Sûriyeyiyan zêde bûye û got:"Piştî zêdebûna hejmara leşkerên Tirk ên kuştî li Başûrê Kurdistanê û Iraqê, desthilata Tirk dixwaze hêrsa gelê Tirk kêm bike, ji ber wê sûriyeyiyan bi kar tîne da ku berjewendiyên xwe bi dest bixe.” Ebdî da zanîn MÎT serçeteyên "Artêşa Watanî" ji Gulanê ve agahdar kirine ku pêwîstiya wê bi sedan çeteyan heye. Ji her serçeteyekî xwest ku navên çeteyan tomar bikin û wê mehane hezar dolarî bidinê. Li gorî wê jî serçeteyan ferman daye çeteyên xwe ku bi rêya komên taybet navan qeyd bikin.

Li gorî agahiyan, çete di navendên li Sûriyeyê de têne perwerdekirin, têne biçekkirin û wan dibin Başûrê Kurdistanê.

Navendê berê jî diyar kiribû ku piraniya çeteyên li Başûrê Kurdistanê Tirkmen in û endamên komên "Firqeya Hemze” û “Suleyman Şah" in ku DYE’yê li her duyan jî ceza biriye.

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.