Sûriyê garantî xwest

Nûçeyên Cîhan

Sêşem 14 Adar 2023 - 23:14

Tê payîn cîgirên wezîrên karên derve yên Rûsya, Îran, Tirkiye û hikumeta Şamê 15 û 16ʹê Adarê li Moskovayê bicivin. Lê hîn nediyare wê hikumeta Şamê tevlî bibe yan na. Ji ber ku li gorî hinek agahiyan Şam li benda wergirtina garantiyan e.

Rojnameya El Wetan a girêdayî hikumeta Şamê jî li ser zimanê çavkaniyan got; “Hîna detayên civînê zelal nebûne. Ji wê zêdetir Sûriye hîna bi helwesta xwe ve girêdayî ye ku li beramberî beşdarbûna her hevdîtineke siyasî li ser maseyeke diyalogan a bi Tirkiyeyê re divê garantiya vekişina Tirkiye ji xaka wê bi dest bixe.”

Ji civîna çapemeniyê ya hevbeş a di navbera Feysel Miqdad û hempîşeyê wî yê Îranê Hisên Emîr Ebdullehiyan a şeva Îna derbasbûyî de diyar bû ku hikumeta Şamê ji bo tevlîbûna civîna çaralî hîna tu garantiyên têrker bi dest nexistiye.

Hikumeta Şamê têkildarî pabendîbûna Tirkiye bi derketina ji tevahî xaka Sûriye û rawestandina desteka xwe bi komên çete re garantiyan ji Rûsya û Îranê dixwaze.

Ji ber vê jî dibe ku civîn were paşxistin yan jî pêk were.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.