Li gorî hin zanyaran li ser pereyekî Romaya Rojhilat (navend Konstantînopil) tîrêjên teqîneke Supernova hene, lê zanyarên Romaya Rojhilat li Stenbolê qet behsa vê meseleyê nekirine. Yanî ev teqîna Supernova li cem wan tabuyek bûye.
Li ser serê împaretorê di pere de hatiye nîşandan, du stêrk hene. Yek jê zêde dibiriqe û li gorî zanyaran dibe ku ev Supernovayek be.
Li gorî texmînan, ev supernova sala 1054'an çêbûye û 6 hezar û 500 salan dûrî dinyayê bûye. Li ezmanên dinyayê jî li gorî texmînan 23 rojan û bi sedan şevan xuya kiriye.
Li gorî lêkolîneke Tebaxa îsal, ev teqîn di serdema Konstantînê 9´em de (1042 ta 1055´an) pêk hatiye. Li gorî texmînên lêkoleran, dêrê li zanyaran qedexe kiriye ku li teqîna supernova bikolin.
NAVENDA NÛÇEYAN