Heşt hefte ne tîmek ya Zanîngeha Silêmaniyê bi hevkariya Rêveberiya Şunwaran a Silêmaniyê karê kolandina şunwarek dîrokî li Girê Dêkon ê li ser robarê Serçinar a Silêmaniyê dike.
Mamostayê Beşa Şunewar a Zanîngeha Silêmaniyê Dr. Dilşad Zamwa li ser dîroka Girê Dêkon û kolandina wê axivî û got:“Ev şunwar ji bo Silêmaniyê giringiyek xwe ya baş heye. Ji ber ku ev yek nîşan dide ku beriya 3500 salan mirov li vê derê jiyan kirine û şaristanî hebû. Cara yekeme li Kurdistanê tîmek navxweyî ji xwendekar û mamostayan pêk tê, kolandina şunwarek giring dikin. Ev jî dîtina koşkeke li nava bajarê Silêmaniyê li nêzî Girê Qalyasan a li rex robarê Serçinar. Di vê koşkê de gelek parçeyên dîrokî hatine dîtin. Li nava parçeyên hatine dîtin de nivîsa bizmarî ya navê xwedawend Bano li sere, her wiha yek ji nivîsên hatine dîtin jî bi navê Dua ye.” Dr. Dilşad Zamwa diyarkir ku di dema kolandinê de cerik û bardaxên dema Loloyan û Xuriyan hatine dîtin û ev jî ispata bazirganiya ku wê demê di navbera herêma Kerkûk û Silêmaniyê de dihat kirin nîşan dide.
Mamostayê Beşa Şunewar a Zanîngeha Silêmaniyê Ceza Şoreş jî got:“Beşa zanistanên mirovî ya Zanîngeha Silêmaniyê bi salane tîmek ji bo karê kolan û lêkolîna li Girê Dêkon erkdar kiriye. Ev tîm di çarçoveya perwerdekirina xwendekaran de her sal demsalek kar li ser gir dikin.”
Şunwarnas Osman Tofîq jî got:“Cihek din ê dîrokî heye li nêzî Kasomoll ku dîroka wê berî 5500 salane. Ciheke din ê dîrokî heye navê wê Kunereşmane li nêzî Şikefta Hezar Mêre û temenê wê jî bi qasî yê Girê Dêkone.” Osman Tofîq diyarkir li Girê Dêkon şunwarên hatine dîtin yên serdema gelê Loloya ye ku yek ji gelên ku li Kurdistanê jiyan kirine ye. Ev çand di berê de zêdetir wek çanda Aşûr navdar bû.”
ROJNEWS/SILÊMANÎ