Sûcên dagirkeran belge dikin
În 30 Îlon 2022 - 00:01
- Parêzerên Rojava komîeteyek avakirin da ku bi awayekî hiqûqî sûcên dagirkeriya dewleta Tirk li dijî herêmên Rêveberiya Xweser ava kir. Ew ê belgeyan bidin aliyên navneteweyî yên peywendîdar.
CUMA MIHEMED / ANHA / KOBANÊ
Parêzerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo belgekirina sûc û binpêkirinên dagirkeran li Bakur û Rojhilatê Sûriyê komîteyek ava kir. Ev gaveke nû ye ku parêzer bi rêya wê hewl didin binpêkirin û sûcan, nexasim yên dewleta Tirk a dagirker, bigihînin civak û raya giştî ya navneteweyî.
Di 24’ê Îlonê de li bajarê Kobanê, 50 parêzerên Kobanê, Minbic, Reqa, Dêra Zorê û herêma Cizîre, civînek li darxistin. Di encama civînê de komîteyeke hiqûqî ji bo belgekirina sûc û binpêkirinên bandorê li xelkê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin, hat avakirin.
Endamê komîteya ku nû hatiye avakirin, parêzer Mistefa Şêx Muslim li ser mijarê got, "Hebûna komîteyeke wiha, ji aliyê kesên pispor û akademîsyen ve ji bo belgekirina binpêkirinên li herêmê, bêyî înkarkirina hewldanên komîte û rêxistinên din ên bi van mijaran re têkildar, giring e."
Mistefa Şêx Muslim karê belgekirinê wiha terîf kir: "Armanc ew e ku her rewş li gorî xisara madî, fizîkî û binesaziyê cuda were belgekirin û pêşkêşî aliyên navneteweyî bê kirin, û ev aliyên navneteweyî jî, erka wan e li dijî her kesê ku ji bo belavkirina tirsê di nava sivîlan de herêmê dikin hedef, tev bigerin."
Li herêmên Rêveberiya Xweser
Muslim îşaret bi wê yekê kir ku ew ê sûcên li herêmên Rêveberiya Xweser belge bikin: "Karê komîteyê bi erdnîgariya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên di bin îdareya Rêveberiya Xweser de sînordar e, ji ber ku belgekirin di serî de hebûna fizîkî ya li cihê bûyerê, hewce dike. Her wiha ji ber ku herêmên Sûriyê di bin serweriyên cuda de ne, zehmet e ku endamên komîteyê li tevahiya erdnîgariya Sûriyê amade bin, lê belê niyeta berfirehkirina komîteyê û peydakirina endamên ji hundirê Sûriyê di siberojê de heye. Armanca me nîştimanî ye.
Ne dûr e ku em parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û parêzerên navxweyî yên Sûriyê, çi bi rêya sendîkayan, çi jî bi rêya peywendiyên şexsî destê xwe bidin hev, da ku ev komîte li hundirê Sûriyê belav bibe."
Ji bo îhtîmala dadgehkirina sûcdaran
Ev gava yekem ya bi vî rengî ye ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê avêtin. Aliyên cuda yên ku ji bo bidestxistina serweriyê li herêmê şer dikin, rojane sûc û binpêkirinan li dijî herêmê dikin, parêzer jî wê hewl bidin van tawanan bişopînin û belge bikin.
Ji bo hesabxwestina ji aliyên ku tawan û binpêkirinan li dijî herêmê û niştecihên wê dikin, bi taybetî DAIŞ'ê û dewleta Tirk, giringiya karê belgekirinê ji bo îhtîmala tevgera civaka navneteweyî derdikeve holê.
Nexasim sûcên dewleta Tirk
Dewleta Tirk wekî DAIŞ’ê, hema bêje rojane herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef. Di encama hedefgirtina herêmê de bi balafir yan jî bi top û mûşekan, gelek caran mirov tên kuştin yan jî birîdan dibin, ziyanên mezin çêdibin. Muslim elaqedarî vî aliyê meselê got, "Armanca komîteyê ew e ku binpêkirinên aliyan hemûyan yên ku dijminatiya Rêveberiya Xweser dikin, belge bike. Di rêza herî pêş a lîsteyê de jî binpêkirinên dewleta Tirk hene. Li aliyekî din jî şane û milîsên Îranê, çeteyên dewleta Tirk, çekdarên rejîmê û şaneyên DAIŞ’ê jî hene."
Muslim da zanîn endamên komîteyê wê lêvegereke qanûnî ya akademîk bin ji bo her kesê ku di warê belgekirin û şopandina binpêkirinan li cihê cih kar dike: “Ji ber ku rewşa belgekirinê wê li gorî qanûnê were piştrastkirin da ku ji aliyên navneteweyî re were şandin. Em dikarin karê komîteyê nêzî yê saziyeke şêwirmend û rêxistinî bi nav bikin.”
Komîte ji bo hêsankirina xebatên belgekirinê dê bi aliyên aktîv ên li cihê cih re kordîneyê bike. Herî kêm 3 endamên komîteyê li her yek ji bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi cih bûne, ku hemû jî parêzer in.
Li ser mekanîzmaya danûstandina bi saziyên navneteweyî re, parêzer Mistefa Şêx Muslim got, "Di civîna bê ya komîteyê de, dê mekanîzmayek ji bo peywendiya di navbera komîteyê û aliyên navneteweyî yên bi bandor de bê avakirin. Lê armanca diyarkirî ew e ku dosyayên werin amadekirin, ji bo şopandina wê di forumên navneteweyî de bi şeklê qanûnî yê herî guncaw, ji saziyên navneteweyî re bê şandin."
Muslim herî dawiyê got, “Belgeyên ku bên amadekirin, dê li her aliyî vekirê bin, nexasim ji bo wan aliyên ku van binpêkirinan di forumên navneteweyî de dişopînin û hesap ji tawanbaran dipirsin."