Sûcê li dijî mirovahiyê ye

Yekşem 3 Nîsan 2022 - 22:36

  • Sê daxwazên gel: Kurdî di her asta perwerdehiyê de; azadiya Kurdistanê; û azadiya Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî hemûyan.

Tifaqa Kurdistanî ji bo serbestkirina Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî hemûyan bang kir û got, “Birêz Ocalan tevî hewldanên aştî û çareseriyê jî ev 23 sal in li girtîgeha Îmraliyê bi rengekî derhiqûqî di bin pergala tecrîd û êşkenceyê de tê ragirtin. Ev yek, sûcekî li dijî mirovahiyê ye.” 

Tifaqa Kurdistanî ku 9 partî û rêxistinan pêk tê, diyar kir ku daxwazên wan di pîrozbahiyên Newrozê de ku bi milyonan kes tevlî bûn, hatine pejirandin. Tifaqê 10'ê Adarê dema ku dest bi pêvajoya Newrozê kir, deklarasyonek weşandibû. Di vê deklarasyonê de bi taybetî sê xal destnîşan kiribûn.

Partî û rêxistinên ku di nava tifaqê de cih digirin ev in: Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinê ya Azad (TJA), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), KDP-Bakur, Partiya Azadî, Partiya Azadî û Mirov (PÎA), Komeleya Kurd a Demokratîk a Şoreşger (DDKD).

Têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jê hat gotin, "Desthilatdariya AKP-MHP’ê ku bi xeyalên neo-osmanî li dijî gelê Kurd şerekî topyekûn daye destpêkirin, li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê polîtîkaya îlhaqkirinê dimeşîne. Li pêş çavên cîhanê çekên kîmyewî bi kar tîne û bi vê yekê li dijî mirovahiyê sûc dike. Ji bo ku destketiyên gelê me ku encama berdêlên giran e, tine bikin, ji Başûr heta Şengalê, ji Mexmûrê heta Rojava li dijî seranserê erda Kurdistanê bênavber êrişên hewayî dike.”

Ocalan û girtiyên siyasî berdin

Tifaqê bang ji bo yekîtiyê kiribû: “Em bang li partî û tevgerên me hemûyan dikin da ku li hemberî êrişên mêtingerî û faşîst bi dirûşma ‘Roj roja yekîtiya neteweyî ye’ tevbigerin û bi vê yekê re hem yekîtiya neteweyî ava bikin û hem jî destketiyên me biparêzin.”

Tifaqê wekî din bal biribû ser tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan jî: “Birêz Ocalan tevî hewldanên aştî û çareseriyê jî ev 23 sal in li Girtîgeha Îmraliyê bi rengekî derhiqûqî di bin pergala tecrîd û êşkenceyê de tê ragirtin. Ev yek, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Li zindanên ku bi polîtîkayên tecrîdê re veguherîne warên mirinê, di serî de girtiyên nexweş, bi giştî girtiyên siyasî hemû terkî mirinê hatine kirin. Girtiyên siyasî yên ku dema girtina wan xelas bûye, bi awayekî keyfî nayên berdan, ji bo girtiyên nexweş raporên ku dikarin di girtîgehê di bimînin, tên hazirkirin û Saziya Tipa Edlî ya Tirk jî biryarên siyasî yên derhiqûqî dide. Em bang li hikûmeta Tirk dikin da ku di serî de birêz Ocalan, di zûtirin demê de girtiyên nexweş û siyasî hemûyan berde.”

Em ê dev ji Kurdî bernedin

Yek ji xisûsên din ên deklarasyonê jî zimanê dayikê bû: “Yek ji mezintirîn daxwazên gelê Kurd, daxwaza zimanê dayikê ye û di ti şert û mercan de em ê dev ji vê daxwazê bernedin. Em dixwazin ku ji dibistana seretayî heta zanîngehê, di her asta perwerdeyê de Kurdî bibe zimanê perwerdeyê. Ji bo vê jî em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Nûnerên KCD, TJA, DBP, HDP, KKP, Partiya Azadî, PÎA, PDK/Bakur û Platforma Jinan a Kurdistanê ku di Newroza Amedê de derketibûn ser dikê, gel silav kiribûn. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz li ser navê Xebata Tifaqa Kurdistanî bang li gel kir û xwest gel van her sê xalên di deklarasyonê de erê bike:

* Ji bo ku di her asta perwerdeyê de Kurdî bibe zimanê perwerde-hînkirinê em ê têbikoşin.

* Ji bo azadiya Kurdistanê û demokratîkbûna Tirkiyeyê em ê têkoşîneke hevpar bikin.

* Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî hemûyan em ê bi hev re têbikoşin.

Zêdetirî milyonek kesî jî demeke dirêj li çepikan da, lîrand û bi vî rengî ev her sê xal erê kirin.

AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.