Sûcdaran dadgeh bikin

Nûçeyên Dîaspora

Çarşem 14 Cotmeh 2020 - 23:59

  • Di bibîranîna Amed Ehmed û çalakiya rûreşkirina qetilkirina wî de doza edaletê hat kirin û malbatê peyama, heta sûcdar neyên dadgehkirin, ew ê dev ji doza xwe bernedin, da.

PÎROZ GULTEKÎN / BONN

Pêr li Goristana Nordfriedhof a Bonnê malbat û dostên Amed Ehmed, û endamên însyatîfa Amed Ahmad li ser gora wî, Amed bi bîr anîn. Piştî bibîranînê, girse çû Komeleya Navenda civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Bonnê. Êvarê saet di 18:00ʼan jî de bi pêşengîya însyatîfa Amed Ahmad, li meydana Munsterplatz çalakiyek girseyî hebû. Bavê Amed, Melek Zahir Ehmed got, ya li Halim Dener û ya li kurê wî hatiye kirin, zilm e, û ew ê heta dawiyê jî dev ji doza xwe bernede.
Pêr li bajarê Bonnê Amed Ehmed ê ku 30ʼê Îlona 2018ʼan li hepsa Kleve di encama şewatekê de jiyana xwe ji dest dayî, hat bibîranîn. Dewleta Elman bi neheqî Amed xistibû hepsê. Piştî şewatê skandalên ku derketin holê jî bi hevkariya polês, dozger û hikûmeta eyaletê hatin temirandin. Heger tesadufî, dozgereke ji Braunschweigê negota, “min haya polêsê Amed girtî ji şaşiyê hê di destpêkê de pê kiriye” belkî gelekan ji derewên polêsan û raporên wezareta karê hundir a NRWʼyê li ser girtina bi şaşî û şewata li hepsê nebûya. Em îro dizanin ku polêsan bi qest Amed xistine hepsê, tevî ku dizanin wan ne kesê lê tê gerîn, girtiye. Em her wiha dizanin ku li hepsê bi hewara Amed ve neçûne. Bi serê xwe qisûra bi hewarê ve neçûnê dikare sivik be. Lê heger ew kes bi qest bi neheqî hatibe girtin, hingê qisûreke wiha dibe ku bi xwe jî bi qest be. Lê raporên hikûmeta eyaletê, pêşî li lêkolîn û lêpirsîneke berfireh girt.
Amed pêr li Bonnê li ser gora xwe hat bibîranîn. Dayik, bav, maliyên din û dostên wî jî amade bûn. Piştî serdana gorê girse çû komeleya NCDK a Bonnê. Êvarê jî li Meydana Munster a Bonnê çalakiyek hebû ku pê nijadperestî hat rûreşkirin, doza edaletê hat kirin û Amed Ehmed jî hat bibîranîn. Li meydanê çalakvanan posterên Amed hilgirtin û bi pankatên xwe jî doza edaletê û zelalkirina bûyerê kirin, û pê re jî nijadperestî şermezar kirin.
Li ser navê Însyatîfa Amed Ahmad, Lena got, "Em niha Amed bi bîr tînin, Amed sax bûya, niha 26 salî bû. Lê mixabin li vî welatî ne tenê Amed gelek kes ji aliyê rastgirên tundraw û nijadperestên faşîst ve hatin qetilkirin. Amed bi neheqî hat qetilkirin. Heta ku bûyer neyê zelalkirin, sûcdar neyên dadgehkirin, em ê dev ji çalakiyan bernedin. Di dema veşartina Amed de bavê wî pirsîbû ‘kujerê kurê min kî ye?ʼ. Em jî dipirsin, çima diviya Amed bimira?" 

Xwîna kurê min wê li erdê nemîne

Dayka Amed Fedîla Ehmed Silêman jî bixêrhatina çalakgeran kir û got, "Ez dibînim hevalên Amedê min gelek in, xwîna wî, wê li erdê nemîne, ez dizanim ez çi qasî ji bona kurê xwe bi êş im, hûn jî wisa ne. Yê ku ez êşandim, xwedê wan jî biêşîne. Min yeqîn dikir, kurê min hatiye welatekî demokrasî tê de, min nizanîbû ku wê ji kurê min re bibe gor." 

Em serî natewînin

Bavê Amed, Melek Zahir Ehmed jî got, "Em divê ji bîr nekin bi sedan kesên wek Amed bê guneh hene, mînak Helîm Dener bi fîşenga polisên faşîst ve hat kuştin, nijadperestî ne tenê li Elmanya û Ewrûpayê heye, li Emerîkayê jî reşik tên kuştin. Ev xetereke mezin e ji bo mirovatiyê. Ji bo ku em vê tehlûkeyê ji ser xwe rakin, divê em li berê rabin. Em li dîrokê dinêrin, şoreşên li ber zilmê rabûne, em dibînin bi ser ketine, ji ber wê jî divê em li ber zîhniyeta kufikî rabin. 
Em dibînin Amed û Helîm Dener, di bin zilmê de hatine kuştin, ev ji bona me dibin çirûskek da ku em bigihîjin aştiyê. Em divê li ber zilmê, zordariyê serê xwe netewînin. Li ku dibe bila bibe, li Tirkiye, Iraqê yan jî dewletên din zilmê li Kurdan dikin, divê em vê qebûl nekin. Bimire şovenîzm." 

Divê dozger biryarê bide

Parêzerê malbata Amed Ehmed, Eberhard Reinecke jî got, "Li gorî min binpêkirineke qanûnî heye. Li aliyekî polês îdîa dike şaşî heye, lê ev şaşî ne mumkin e; yek ji van kesan Efrîqiyê reşik e, yê din Kurd e. Em şaşiyê qebûl bikin jî, girtina di hepsê de ya Amed binpêkirina qanûnê ye."
Parêzer Reinecke wekî din bi bîr xist ku ser bûyerê xwestine bigirin û dozgeriya Kleveyê doz girtiye û wiha dewam kir: "Li ser daxwaza malbatê me careke din miracaet kir, gilî kir da ku doz vebe. Îsal yan jî 2021ʼê dozgeriya giştî ya Keleve divê biryarekê bide, ka ew ê dozê veke yan na. Heger vê biryarê nede, em ê rêyên din ên hiqûqî deynin ber xwe." 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.