Şaredariya Silopiyayê, di çaçroveya bernameya çand û hunerê de, stand-up a bi Kurdî ya bi navê “Dawiya Dawî” derxist ser dikê. Ji şanogerên Şanoya Bajêr a Amedê Ozcan Ateş, di stand-up a xwe de behsa berxwedana Kobanê dike û çend sal in ev stund-ap derdixe ser dikê. Her wiha di stand-upê de behsa bûyerên trajî-komîk jî tên kirin.
Stand-up a bi Kurdî li hêwana konferansê ya şaredariyê derket ser dikê. Hevşaredarên Silopiyayê Adalet Fîdan û Suleyman Şavlûk, rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Silopiyayê, Meclisa Dayikên Aştiyê, aktvisîtên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kes stand-up a bi kurdî temaşe kirin.
Welatiyên li stand-upê temaşe kirin, têra xwe keniyan.
MA/SILOPÎ