Stran Kurdî ye lê Kurdbûn tineye

Aslan ASLAN nivîsand —

Çarşem 18 Gulan 2022 - 21:15

  • Ev çend roj in li ser qedexekirina konsera Aynûr Dogan nîqaş tên kirin. Ev konser wê 20'ê Gulanê pêk hatiba.

Ev çend roj in li ser qedexekirina konsera Aynûr Dogan nîqaş tên kirin. Ev konser wê 20'ê Gulanê pêk hatiba. Şaredariya AKP'ê destûra konserê neda. Gelek kes li ber vê qedexeyê rabûn û xwedî li Aynûr Dogan derketin. Lê tişta balkêş jî Aynûr Dogan ranebû û daxuyaniyeke xweşik neda. Aynûrê piştî bi çend rojan li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek weşand. Lê ev peyam jî ne zelal bû. Ango yekser bersiva wê qedexeyê tê de tinebû. Her kes dizane ku konsera Aynûrê ji ber stranên wê yên bi Kurdî hat qedexekirin. Lê yan haya Aynûrê jê ne bû, yan jî naxwaze meseleyê siyasî bike, xwe dûrî mijarê kir. Diviyabû bersiveke zelal bidana. Bi vê nivîsê meqseda min ne Aynûr Dogan e. Ji ber ku niha tê nîqaşkirin, min xwest mînakê bidim. Ne tenê konsera Aynûrê, her hefte li Tirkiyê şano û konserên Kurdî têne qedexekirin. Filmên Kurdî nikarin li sînemayan werin nîşandan û gelek bûyerên bi vî rengî diqewimin.

Dewleta Tirk dizane ku ji bo çi û bi çi armancê qedexe dike. Lê hunermend, stranbêj û şanogerên Kurd naxwazin mijarê bikin siyasî. Tişta ku Aynûrê jî kir heman tişt e. Eger stranên te Kurdî bin û ji ber Kurdbûna te qedexe hatibe ser te, divê bersiva wê jî hebe. Dema ku bersiv tine be wê dewlet jî her tim heman rê û rêbazê bikar bîne. Eger hunermend di vî warî de ne zelal be bandora xwe li ser civakê jî heye. Hunermend divê pêşengiyê ji gel re bike û bibe mînak. Eger hunermend tirsonek be û ne li pêşiya gel be wê demê hunera dike jî ne ji bo gel e. Bi ya min mesele ne stran û gotinên Kurdî ye jî. Mesela em hin hunermend yan stranbêjên Kurd dibînin, stranên wan û gotinên wan bi Kurdî ne, lê bêhna Kurdî ji wan nayê. Tiştek li ser navê Kurdbûnê nekirine. Heman tişt ji bo şano û sînemaya Kurdî jî heye. Li ser vê mijarê, her carê Yilmaz Guney tê bîra min. Tevî ku filmên wî ne bi Kurdî bûn jî bêhna Kurdî ji wan dihat. Ji ber ku fikra wî Kurdî bû. Wî dizanîbû çi peyamê dide. Ji bo vê jî berdêla wê da. Ahmet Kaya jî mînakeke wê ye.

Kurdbûn û Kurdayetî ne ewqasî hêsan e. Her kes dikare stranên Kurdî bibêje, lê nikare bibe Kurd yan jî Kurdbûnê bike. Dewleta Tirk ji bo vê yekê gelek kesan bi kar tîne. Bi riya wan kesan wekî ku li Tirkiyê Kurdî ne qedexe be yan jî Kurd azad in, nîşan didin. Ji bo vê yekê televizyon vekirin. Îro em dibînin ku hin pirtûkên Kurdî hene ne qedexe ne, lê hin pirtûkên bi zimanê Tirkî hatine nivîsandin û xizmeta Kurdbûnê dikin, qedexe ne. Dewlet dizane bê kî xizmeta Kurdbûnê dike. Dema ku vê yekê dibîne, yekser dikeve nava tevgerê. Vê dewletê, tiştek nemaye bi serê Kurdan de neaniye. Ji ber ku bi Kurdî axivîne, Kurd qetil kirine. Ji ber Kurdbûna wan, ew qetil kirine. Ji ber ku li stranên Kurdî guhdarî kirine, ew qetil kirine. Dewleteke bi vî rengî wê çawa destûra konserên Kurdî bide. Divê hunermendên Kurd jî hişyar bin. Heger berdêlek hebe, divê bidin. Îro bi dehan hunermendên Kurd ji ber ku xwedî li xwe derketine, di girtîgehan de ne yan jî neçar mane derkevin derveyî welat. Divê ew hunermend layiqî wî hunerî bin. Heger ew bi qedrê stranên xwe nizanîbin, wê demê xiyanetê li wan stranan jî dikin. 

Ji bo Kurdbûn û Kurdayetiyê li Tirkiyê berdêlên giran hatin dayîn. Rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê hatin qetilkirin û êşkence li wan hat kirin. Ji hunermendan heta siyasetvanan heman tişt lê ye. Partiyên Kurdan hatin girtin, rojname û komeleyên wan hatin girtin. Heger Kurdbûn ewqasî hêsan bûya, ev tişt nedibûn. Ji bo vê yekê karê ku mirov bike, divê heqê wê bidê. Bi stranên Kurdî mirov nabe Kurd. Divê ew kes xwedî li nasname û hebûna Kurdbûnê jî derkevin. Dema ku ev yek nebe, mirov nikare qala hunermendên Kurd bike. Wê demê ew kes hunerê çi dikin. Hunerê te ne ji bo gel be û tu ne li cem wî gelî bî, jixwe wê demê tu qediyayî.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.