Stêrkên geş ên Werxelê

Nûçeyên Forum

Yekşem 14 Mijdar 2021 - 10:01

  • Di payîzê de ev, ne xemgînî ne jî, xatir xwestinek e. Lewra yên xwedî xeyalên mezin, ti carî şiverêyên dirêj bernadin. Her ku dengê payîzê tê, azadî di dilê wan de geş dibe

Di payîzê de ev, ne xemgînî ne jî, xatir xwestinek e. Lewra yên xwedî xeyalên mezin, ti carî şiverêyên dirêj bernadin. Her ku dengê payîzê tê, azadî di dilê wan de geş dibe. Darên mezin pelên xwe diweşînin lê rengê kesk, sor û zer di payîzê de xeyalên nû diafirîne.

Lêgerînên azad baskên xwe didin ber bayê payîzê. Hêvî û dil bi yek dengî dibêjin azadî. Heçku hezkirin di rubarên aram de digihîje Avaşîn û Xaburê. 

Vî çaxê ku zordarî û zilmkarî asta herî zêde de merhemet wekî peyvekê jibîrkirî ye. Êdî wiha lê hatiye ku hêzên serdest ên cîhanî dixwazin çiya bihelînin, hilweşînin. Hewar hewar bilind dibe, lê qey ew nizanin ku çiya hilnaweşin, mêrxas her dijîn. Di her kevirî û axê de şopa xwîna şoreşgeran dibînin, gelo ma ew tirsiyan? Na. Sînga xwe vekirin û bi ser mirinê de çûn, netirsiyan û hêza xwe ji dilsoziya bi axê re digirtin. 

Ji ber vê, şahidê pêlên deryaya jiyanê jî, yên li meydana cengê bi xwe ne. Zendûra ye, Werxelê ye û çiya ye. Ji ber ku roj ji zû ve hilatibû û tîrêjên xwe berdabûn nava qalîştokên Werxelê, her roja nû, bi berxwedaneke bêhempa dihat pêşwazîkirin. Keç û xortên herî bijarte yên gelê Kurd soza şikandina tarîtiyê didan. Rûbiken bûn, her ronak bûn û di nava agir de ew yekbûn. Ji ber vê, bi qasî ku bedew in, xwedî êşên kûr in jî çemê Avaşîn û Xabûrê. Lewra bi hezaran evîndar di rêwîtiyên dirêj de di peravên wî de ber bi qada cengê ve meşîyane û dimeşin. Pêlên Xabur û Avaşînê di her rêwiyî de ronahiyeke evînê dîtine, û bi eşqa evîndaran ve herîkîne. 

Zendûra ji Xabûrê re, Werxelê ji Avaşînê re nepeniyên herî dijwar yên jiyana azad parve kirine. Dijwar in, ji ber ku yên ku heqîqeta evîna jiyana azad fêm kirine, wekî ku her di nava agirekî sotîner de bin, jiyane. Lê vê şewatê tama jiyanê bi wan daye hîskirin. Her ku hîs kirine, îcar ew bi xwe bûne ar ji vî agirî re. Niha evîn bûye çiya û zinarên asê. Evîndar ji bo ku evîna rast bidin jiyan, pala xwe dane lat û zinaran. Çem û rûbaran. 

Gelo niha her zinarê Avaşînê, Zendûrayê çendîn destanên berxwdanê nivîsandine. Yê em dizanin, yên ku tên xwendin, lê di rastiyê de yên ku biaxive, ew zinarên bilind, her tehtê Werxelê, her bihusta axa Avaşînê ye. Gelo xwendina zimanê gerdûnê hêsan e.

Bêguman na. Yên ku xwend û dixwîne gerîla ye, ji ber vê, zinarên Werxelê hembêza xwe jê re vekiriye. 

Dibêjin; ‘Em ê dîrokê binivîsînin’ ev rastiya jiyana her şoreşgerî ye, yê ku giyana xwe dide têkoşîna azadiyê. Ew zarokên rojê ne, di axeke berxwedêr de wek gulekê di her werzê salê de dibişkivin. Ji bo ku di pira azadiyê de bimeşin, her dem xwedî çalakiyên mezin in. Berdêl çi dibe bila bibe, sînorên ku ji bo mirovan hatine xêz kirin, ji hemûyan dibihurin. Dibin parçeyek ji agir. 

Her kêlî wekî ku bahoz û bagarên dijwar, erd û ezman dihejînin. Di hembêza zinarên Werxelê de bedewiyên gerdûnê şerekî herî dijwar ê jiyanê dikin. Dilê wan ê bawer, di nava agirê vî şerî de dibînin, efsûna hêviyan. Şewqa ku di qelîştokên teng û zirav re digihîje çavê wan, ronî dike tûnelên şer yên dûr û dirêj, wê çaxê wekî ku mirin ji wan bitirse, di nava tarîtiyê de winda dibe. 

Ronahî timî kela canê wan radike û êdî nacemidînin lûleyên çekên xwe. Hêrsa xwe bi ser mirinê de dibarînin û mirinê dikujin. Her kevirê Werxelê bi evîn û rastiya şerê berxwedêran dagirtî ye. Ji bo jiyanê diviya şerekî herî mezin bê kirin û di her zinar, her bihust axa Werxelê de rûyê wan ê bi xwêdan, çavê wan ê ku di ronahiya heyvê de dixuye wekî azadiyê, wekî heybeta Avaşînê bedew e. 

Evîna her şoreşgerî di çiyayê Werxelê de bi bayê payîzê re deng û hestê xwe digihîne gerdûnê. Niha erd û ezman bi hesreteke mezin guh dide dengê wan. Lê di kûrahiya dil de xemgînî kêm nabe, ji ber ku şev bêdeng, rastî jî tazî ne. Ewrên reş dixwazin derdora rojê bipêçin ji ber vê, Werxelê wekî tofanekê bi ser dagirkeran de dibare. Dilên ciwan bi şer û bi wêrekiyeke bêdawî bêrawestan dimeşin.

Li Werxelê, her kêlî wekî baranê gule dibarin. Bi tonan teqemenî, çekên kîmyewî û wekî din. Tiştekî bi navê mirovbûnê nîne di dilê celadan da. Siha wan a di xakên Kurdistanê de jî divê bibe sedema serhildanê. Ji ber ku rastiya hebûna insan a li Kurdistanê, tenê wiha gengaz e. Gelo kesek dikare agirê berxwedanê yê ku li Zendûra, Avaşîn Werxelê bilind dibe, bitefîne. Dilxwazên ku parçeyek ji vî agirî ne di roja îro de li Werxelê diqîrin û dibêjin ‘Em Bazên Zagrosê ne. Kesek nikare agirê berxwedanê bitefîne. Berdêl çi dibe bila bibe, em ê ti carî radest nebin’. 

Evîna her şoreşgerî; di zinarên Zendûra, Mamreşo û Werxelê de hat neqişadin. Lewra, wan ti carî serî netewand û natewînin. Di her kêliya berxwedanê de dîroka azadiyê nivîsandin da ku ti carî di asoyan da navê şoreşgerên wêrek neyên jibîrkirin. Carna di tariya şevê de tenê, bêav û birçî man. Bayekî sar tariya şevê diqetand û digihişt hinavê wan, lê wan her tim digot; ‘Ne bayên sar, ne bahoz û tofan, ne jî dijmin nikare bi me, ji ber ku çirûskên agirî her tim dilê me germ dihêle.’ Wê gavê ji bo me rastiyek heye: Parastina rûmetê, şopandina Werxelê ye.  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.