- Di dîroka Kurdistanê de şoreşgerên weke Necmettîn Buyukkaya kêm in. Pêşengiya Necmettîn a ji bo doza Kurdistanê divê tim were bibîranîn. Ji bo Kurd bêhtir bi rêxistin bibin û ber bi rizgariyê ve biçin gelek hewldanên wî hebûn. Di vê oxirê de ew bi îşkenceyan re rû bi rû ma û di hepsê de hate qetilkirin.
FIRAZ BARAN
Hunermendê ku di van 15 salên dawî de herî zêde stran li ser şehîdan nivîsiye û muzîka wan çêkiriye li gorî texmîna min Seyda Perînçek e.
Min tespît kir ku nêzî 40 stran bo şehîdan çêkiriye. Yek ji wan strana bi navê “Heval Necmedîn” e. Vê stranê bo şoreşgerê mezin Necmettin Büyükkaya amade kiriye. Gotinên stranê li jêr in:
Heval Necmedîn
Sala hezar û heyştê çara bû
Stêrkek li ezmana wenda bû
Şehîdê nemir heval Necmedîn
Tu bi ciwanî ji nav me rabû
Heval Necmedîn tu ceger hesin
Qet ne hewceye ku ez bidim pesin
Bi şoreşa we em bûne milyon
Li dû rêça we îro dimeşin
Bila çavên te li dû nemîne
Bo serxwebûnê gel bi hêvî ne
Laşe we bûye tovê jiyanê
Wê şoreşa we azadî bîne
Gotin û Muzîk: Seyda Perînçek
Seyda Perînçek ev stran û notaya wê di pirtûka bi navê “Stranên Evîna Azad” de weşandiye. (Çavkanî: Stranên Evîna Azad, Seyda Perînçek, R. 23, Weşanên J&J, 2016/Amed)
Portreya Necmettîn Buyukkaya
Necmettîn Buyukkaya 23’ê Çileya 1984’an li Zindana Amedê şehîd dikeve. Di nava tevgera Kurd de xwedî cihekî taybet bûye û hemû rêxistinan jî rêz li wî girtiye. Gelo jiyana Şehîd Necmettin Buyukkaya çawa derbas bûye? Necmettin Buyukkaya sala 1943’an li gundê Karahan ê navçeya Girê Sor a Rihayê hatiye dinê. Xwendina xwe ya pêşîn li Amed û Edeneyê qedandiye. Di navbera salên 1966 û 1971’ê de li Zanîngeha Stenbolê, Fakulteya Hiqûqê xwendiye.
Buyukkaya di dema zanîngehê de hewl daye ku xwendekarên kurd li Stenbolê li hev kom bike û avahiyeke birêxistinkirî damezrîne. Van xebatan encam daye û sala 1969’an tevî hevalên xwe Navendên Çandî û Şoreşger a Rojhilatê (DDKO) hatiye damezrandin. Buyukkaya wek yekem serokê saziyê hatiye hilbijartin.
Arteşa Tirk sala 1971’an li Tirkiyeyê desthilatdarî bi dest xistiye û dest bi girtina şoreşgeran kiriye. Dewlet dikeve pey Necmettîn Buyukkaya jî. Ji ber vê sedemê neçar maye û çûye Swêdê. Di navbera salên 1972 û 1974’an de li Swêdê wek penaber maye. Bi efûya giştî ya ku sala 1974’an derketiye, vegeriya Kurdistanê.
Hevdîtinên bi rêxistinên Kurd re
Buyukkaya piştî vedigere Kurdistanê di nav tevgera Dr. Şivan (Sait Kırmızıtoprak) de cih girtiye. Her wiha gelek alîkarî daye Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê jî. Bi serokê YNK’ê Celal Talebanî re gelek xebatên girîng kiriye. Hem li çiya û hem jî li bajarên Başûrê Kurdistanê, Sûriye û Lubnanê ji bo YNK’ê erkên girîng pêk aniye.
Buyukkaya di Tîrmeha 1980’an de li Sûriyeyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re jî hevdîtin pêk anîye. Di vê hevdîtinê de li ser berxwedana Hîlwan û Sêwregê û tifaqên neteweyî nêrînên xwe anîne ziman. Necmedîn Büyükkaya piştî xebatên girîng ên li Sûriye û Lubnanê di sala 1982’an de çûye Bakurê Kurdistanê. Di meha Nîsanê de li Amedê dîl hatiye girtin. Di dema lêpirsînê de îşkenceyên giran lê dikin! Piştre wî dibin Zindana Leşkerî ya Amedê.
Bi îşkenceyê tê qetilkirin
Îşkence li zindanê jî berdewam dike. Di dadgeha xwe ya dawîn de ku di Kanûna 1983’an de çêbûye wiha gotiye: “Dibe ku ez nikaribim werim dadgeha din. Ji ber ku ez di bin gef û îşkenceyên giran de dijîm û dibe ku ez bêm kuştin.” Di 24’ê Çileya 1984’an de Necmettîn Buyukkaya dîsa rastî îşkenceyên giran hatiye û di encama van îşkenceyan de jiyana xwe ji dest daye.
Şehîdbûna Büyükkaya bi taybetî Serokkomarê berê yê Iraqê Celal Talabanî gelek bandor kiriye. Talabanî bîranînên wî qet ji bîr nekiriye. Di sala 1992’an de dema ku bi Serokkomarê Tirk Turgut Ozal re hevdîtinê pêk aniye, jê re gotiye: “We zarokê min ê manewî kuşt.”
Şoreşgerê mezin Necmettîn Buyukkaya dema ku şehîd ket 41 salî bû. Kesên ku dixwazin jiyana Necmettin Büyükkaya bi berfirehî hîn bibin dikarin pirtûka bi navê “Kalemimden Sayfalar” bixwînin.
*Ev nivîs ji malpera kovara Huner hatiye girtin.