Soylû derewîn e

Sêşem 23 Sibat 2021 - 01:22

Parlamentera HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr diyar kir ku Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû derewan dike û got, feraseta AKP-MHP'ê wê bi destê jinan bi dawî bibe. 

Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr tevî Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç û parlamenteran li navenda giştî ya HDP´ê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Taşdemîr got, "Çavkaniya desthilatdariyê derew e, îftîra ye. Wezîrê Karên Hundir 16'ê Sibatê li Meclîsê li şûna ku têkildarî operasyona Garê hesab bide, hemasetê dike û partiya me dike hedef. Got, 'Ji meclîsê parlamenterek çû' û nav negot. Çar rojan di nava raya giştî de atmosfereke wiha afirand. Di dawiyê de jî navê min bilêv kir. Lê belê îsbatek nîşan neda. Bi gotegotan êriş kir."

Taşdemîr ji bo îdîayên Soylû got, "derew û îftira ne" û wiha dewam kir, "Berpirsyariya Soylû yê derewîn e ku îdîayên xwe îsbat bike."

Taşdemîr destnîşan kir ku îftirayên Soylû li dijî jinan hemûyan hatiye kirin û got, "Têkoşîna me ya jinê wê dawî li vê feraseta siyasetê bîne. Ez neçûm Garê. Ev derew e û îftîra ye."

ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.