Şoreşê rê li ber hunera wan vekir

Nûçeyên Çand/Huner

În 4 Cotmeh 2024 - 00:55

Weêl Ebdullah û Cumene Xelef ji bajarê Dirbêsiyê ne ku bi muzîk û stranbêjiyê, xwe bi rêbazeke hunerî ya bedew rave dikin. 

Weêl Ebdullah (21) ji biçûkahiya xwe ve evîndarê muzîka kurdî bû. Lê ji ber ku li herêmê navendên çandî yên kurdî ji ber siyasetên hikumeta Şamê tune bûn, nekarî fêrî muzîka gelê xwe bibe. Lê bi destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmehê re ku derî li pêşiya her kesî vekir, ji bo ku fêrî ziman, çand û hunera xwe bibin, Weêl berê xwe da navenda çand û hunerê ya li bajêr da ku fêrî muzîkê bibe.

Weêl got hevalekî wî lê pêşniyar kiriye ku tev li dewreyên muzîkê bibe yên ku navenda çand û hunerê ya bajêr vekiriye. Lê wê demê hîna nizanîbûn dê li kîjan amûrê bide. Weêl piştî ku dewreya muzîkê diqedîne, pir ji tembûrê hez dike û fêrî lêdana wê dibe. Ji wê demê û şûn de êdî dibe hevalê wî ku bi rêya wê hestên xwe rave dike.

Weêl bi piştgiriya dayika xwe, behreya xwe di lêdana tembûrê de bi pêş xist. Niha muzîkjen e û piştî ku tev li Koma Şehîd Zîlan bû, êdî zarokan fêrî lêdana tembûrê dike.

Bi nifşê nû hunera Kurdî geştir dibe

Gelek ciwanên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi destpêkirina şoreşê re berê xwe da navendên çand û hunerê. Wan navendan jî, ciwan fêrî hunera resen a pêkhateyan kir. Xwedî li hunera şoreşgerî derket ku rastiya gelê berxwedêr rave dike. Her wiha çand û hunera gelê Kurd û pêkhateyên din vejand. Weêl got navendên çand û hunerê di pêşxistina behreyên ciwanan de roleke mezin lîstiye û ji bo ku ew van behreyên xwe xurttir bikin, şert û mercên guncaw ji wan re peyda kirin. Ji ber wê, bi derketina nifşekî nû yê hunermend û muzîkjenan hunera kurdî dewlemendtir bû.

Weêl hêvî dike ku behreya xwe bi pêş bixe û xurttir bike. Her wiha plan dike ku li kêleka muzîkjeniyê fêrî stranbêjiyê bibe.

Dixwaze stranan binivîse û bi awaz bike

Cumene Xelef (19) jî xwedî dengekî saf e. Aşiqa stranbêjiyê ye. Beriya salekê, serî li navenda çand û hunerê ya bajêr da û tev li Koma Şehîd Zîlan bû. Bavê Cumeneyê her tim piştgiriya keça xwe kir da ku ev behreya xwe bi pêş bixe. Cumene bi rûkenî, behsa cara yekemîn dema li pêşiya mamosteyên xwe di dibistanê de straye kir û got dê û bavê wê ew teşwîq kiriye ku tev li navenda çand û hunerê bibe. Cumeneyê behreya xwe li navendê bi pêş dixe û bi alîkariya berpirsên navendê, benda şermê û tirsê dişikîne. Tev li gelek bone û şahiyên li bajarê Dirbêsiyê û bajarên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûye.

Cumene hêvî dike ku xwe di vî warî de pêş bixe, bi xwe stranan binivîse û awaz bike. Ji ber wê dixwaze fêrî lêdana tembûrê bibe ji bo ku di heman wextê de hem bistêre û hem jî li tembûrê bide.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.