Kurdistan bi Peymana Qesrî Şîrîn bû 2 parçe. Bi peymana Lozanê jî di nav çar dewletan de bû 4 parçe. Di bin serweriya netew dewletên Tirkiye, Îran, Suriye û Iraqê de parçe bû. Gelê kurd ji aliyê van her çar dewletan ve rastî polîtikayên pişaftinê hatin. Van netew dewletan xwestin ziman û nasnameya kurdî tune bikin. Li Bakur, Başur, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê di encama têkoşîna gelê kurd a li dijî tunekirinê de gelê polîtikayên ji holê rakirinê ya dewletên serdest encam negirtin. Gelê kurd li çar aliyên Kurdistanê ji bo parastina zimanê kurdî bi rêya sazî û komeleyan têkoşîna parastina zimanê kurdî didin. Yek jî ji van saziyan Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ye. Ev sazî li Rojavayê Kurdistanê di sala 2007an de ava bû. Ji ber polîtikayên qedexe yên dewleta Suriyeyê ya li dijî zimanê kurdî SZK, xebatên xwe yên ziman bi veşartî li Rojava dan meşandin. Piştî pêvajoya Şoreşa Rojava di sala 2011an de SZK bi awayekî vekirî li herêma Rojavayê Kurdistanê kar û xebatên ziman dan destpêkirin û piştî avabûna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ji bo perwerdekirina mamosteyên dibîstanan ên giredayî Rêveberiya Xweser dest bi perwerdehiya mamosteyan kir.
Piştî avabûna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê SZKê xebatên xwe berfireh dan meşandin û bû navenda lêkolînê ya ji bo parastina zimanê kurdî. Her wiha SZKê li bajarên weke Dêrik, Hesekê û Kobanê navendên xwe yên perwerdehiyê vêkirin û kar û xebatên xwe bi awayekî fermî pêk tîne. Rêveberê komîteya zimanî ya SZKê Nêçîrvan Evdilezîz da zanîn ku ku şoreşa Rojava bandoreke mezin li pêşketina zimanê kurdî kiriye. Nêçirvan Evdilezîz, anî ziman ku şoreşa Rojava di heman demê de Şoreşa hemû zimanan e.
‘Şoreşê rê li ber pêşketina zimanan vêkir’
Nêçîrvan Evdilezîz anî ziman ku beriya şoreşê wan xebatên ziman bi awayekî vêşartî dane meşandin û rastî gelek zextên dewleta Sûriyeyê hatine. Nêçîrvan Evdilezîz destnîşan kir ku bi şoreşa Rojava re wan kar û xebatên ziman aşkere bi awayekî berfireh dane meşandin û wiha axivî: “Piştî şoreşê heta desteya perwerdehiyê hat damezrandin SZKê zimanê kurdî ferî civakê kir û heta niha jî berdewam dike. Lê wê demê peywîra SZKê ferkirina asten kurdî bû. Şoreşa Rojava derfetên mezin ji bo zimanê kurdî vekir ku ziman zindî bibe. Şoreşa Rojava di heman demê de şoreşa ziman bû. Ne tenê zimanê kurdî hemû zimanên cûda jî ji şoreşa Rojava sûd girtin. Şoreşê ji hemû zimanan re rê vekir. Niha jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê perwerdehiya pir zimanî esas tê girtin û hemû netew bi zimanê xwe perwerde dibin.”
Xebatên SZKê yên ji bo zimanê kurdî
Di berdewama axaftina xwe de Nêçîrvan Evdilezîz balkişand ser xebatên SZKê yên piştî şoreşê û wiha qala xebat û projeyên SZKê kir: “Di sala 2019an de me navenda lêkolînan vêkir. Di navenda lêkolînan a SZKê de komîteyek zimanî hat ava kirin. Komîteya zimanî hertiştê ku ji bo zimanê kurdî pêwîste û ji bo zimanekî standart çi kemasî hebin hewl dide cihê wan dagire. Her wiha SZKê ferhengên taybet ên qadan çêdike. Gotinên kurdî di ferhengan de kom dike ji bo bê parastin û bikaranîn. Ji ber ku gelek gotinên me hene ku êdî nayên bikaranîn. Em hewl didin wan gotinan kom bikin. Her wiha ji bo zimanekî standar bi nîqaşên pir alî li ser Rêzimana Kurmancî xebatên SZKê hene. SZKê hewl dide standarteke ji bo zimanê kurdî çêbike û çi tiştên kurdî kêm in peyda bike.”
‘Kes nikarê zimanan ji holê rake’
Nêçîrvan Evdilezîz tekildarî 21ê Sibatê “Roja Zimanê Dayikê yê Cihanê” bi lêv kir ku her netew divê bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo netewên ku zimanê xwe yê dayikê bêpar e 21ê Sibatê rojeke gelek watedar e. Ew roj giredana netew û wî zimanê jê bêpar hatiyê hiştin e. Lewma em dibinin ku her netewe ku gef li ser zimanê wan hene bi boneya vê rojê dadikeve qadan û dibêje ez heme û zimanê min heye. Weke Kurd jî bi boneya vê rojê dîsa em dibêjin zimanê kurdî heye û dijî. Kes nikare tu zimanan ji holê rake. Bi boneya vê rojê hemû netewên ku zimanê xwe bêpar e ji cihanê re bibîr tîne ku zimanê wan heye û mafê perwerdehiya zimanê dayikê ku mafekî bingehîn e daxwaz dikin. Hemû sazî û rêxistinên navneteweyî vî mafî reva dibinin.”
‘Zimanê kurdî li bakur di xeterê de ye’
Di dawiya axaftina xwe de Nêçîrvan Evdilezîz derbarê rewşa zimanê kurdî ya Bakurê Kurdistanê de jî diyar kir ku ji ber polîtikayên pişaftinê zimanê kurdî li bakur di xeterê de ye û got: “Li Bakurê Kurdistanê polîtikayên pişaftinê di asteke mezin de tê meşandin. Ji ber wê jî li Bakurê Kurdistanê rewşa zimanê kurdî di bin xetere de ye. Zarok bi kurdî naaxivin. Zimanê ku zarok pê neaxivin ew ziman ber bi tunebûnê ve diçe. Têkoşîneke mezin heye ji bo parastina ziman. Ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û rê li pêşiya pişaftinê be girtin têkoşîneke mezin heta niha berdewam dike. Heviya me jî ew e ku ew têkoşîn bi serbikeve. Em dixwazin li ku kurd hebin li wir zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiya fermî. Zarok di pêş dibistanê de fêrî zimanê xwe bibin ku zimanê kurdî bê parastin.”
NAVENDA NÛÇEYAN